Namzeda hevşaredariya Wanê: Em ê qeyûman bişînin bajarên wan
Yek ji bajarên ku xebatên hilbijartinê bi coş lê tên meşandin Wan e, em bûn şahidên rojek namzeda hevşaredara bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal. Neslîhan Şedal got ku ew ê qeyûman bişînin bajarên ku jê hatine û karê wan ê pêşîn dê ji bo jin û ciwanan be.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Wan- Xebatên ji bo hilbijartinên herêmî yên ku di 31’ê Adarê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê çêbibin, bênavber berdewam dikin. Li gelek bajaran partiyên siyasî namzedên xwe diyar kirin û dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Di pêvajoya diyarkirina namzedan de partiya ku bi xebatên xwe yên li herêmê balê dikşîne, Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ye. DEM Partî li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê bi pêşhilbijartinên gel, nemzedên xwe diyar kir, bi taybetî profîla nazmzedên ciwan balê kişand. Yek ji van jî namzeda hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal e.
Neslîhan Şedal demek dirêj e xebatên jinan dide meşandin, di kovara Jeneolojiyê de edîtorî û nivîskarî kiriye.
Hewa serma ye lê gel bi germahiya dilê xwe namzedan pêşwazî dike
Li Wanê germahiya hewayê di bin sifrê de ye, xebatên hilbijartinê tevî zehmetiyan bi coşeke mezin derbas dibe. Weke namzedên din ên hevşaredariyê Neslîhan Şedal jî sibehê zû radibe, berê xwe dide navçeyan. Hinek caran di wan riyan de ên ku saetek û nîvsaet hevaltiya wan dikin em rojnamevan in. Rawestegaha me ya yekem Elbak e. Elbak yek ji navçeyên ku bi salan e tevgera siyasî ya Kurd bi hejmarez zêde ya dengan qezenc kiriye. Bi anîna qeyûman û girtina deriyê sînor, li navçeyê derfetên kar nemane. Di demên dawî de hejmara şêniyên navçeyê kêm bûye. Em bi guhdarîkirina stranan bi Neslîhan Şedal re di riyên bi berf re derbas dibin digihîjin navçeyê. Li navçeya ku em bi strana hilbijartinê hatin pêşwazîkirin, ên di rêza pêş de jin in û gelê navçeyê me bi coşek mezin pêşwazî kir. Bi taybetî di vekirina boruya hilbijartinê ya ku ciwanan eleqeyek zêde nîşan dan de, Neslîhan Şedal axivî û bal kişand ser texrîbatên ku qeyûman çêkirine, polîtakaya tecrîdê ya ku heye û çalakiyên greva birçîbûnê yên ku li girtîgehê didomin. Piştî axaftina li ser hemû mijarên di rojevê de me berê xwe da Xoşabê. Li vê derê jî weke cihên din em bi coş û moralek mezin hatin pêşwazîkirin, bi taybetî têkiliya dayikan a bi Neslîhan Şedal re me hemûyan hestiyar kir.
Piştî xebatên hilbijartinê em çûn peravê îskeleya Wanê, Neslîhan Şedal da zanîn ku texrîbata ku qeyûm çêkiriye dê yek bi yek werin çareserkirin û got ku ji ber vê bûye namzeda hevşaredariyê. Neslîhan Şedal pirsên me yên der barê xebatên hilbijartin û projeyên wê de bersivand.
‘Em ji hêza xwe bawer dikin’
Neslîhan Şedal bi gotina: “Baweriya heye em ê hilbijartinan qezenc bikin. Ji ber em ji hêza gel û hêza xwe bawer dikin” got ku ew ê şaredariyan ji qeyûman paqij bikin û diyar kir ku bi projeyên li ser çand, ekolojî, jin, xizanî, ciwan, bêkarî û koçberiyê, ew ê xebatên xwe bimeşînin. Neslîhan Şedal da zanîn ku xala wan a bingehîn ji pirsgirêkên civakê re dîtina çareseriyên mayînede ye û got: “Herêm dê bi xwe têra xwe bike û xwe bi rêve bibe. Dema em diçin hilbijartinan rojeva me ya bingehîn ev e. Dema ku em vê rêbazê diyar dikin ji bo pirsgirêkên civakê avakirina çareseriyên mayînde û ji bo êdî rewşên wiha neyên jiyîn, avakirina polîtakayan e. Em ê li gorî pêwîstiyên gel bernameyan ava bikin û xebatên xwe bidin meşandin.”
‘Em ê bi jinan re hilberînin bi hev re bi pêş ve biçin’
*Jinên ku li bajar dijîn, di aliyê civakê de kîjan pirsgirêkan dijîn? Hûn ji bo çareserkirina van pirsgirêkan çi difikirin?
Ger em bala xwe bidin ser pirsgirêkên Wanê, em dikarin bi vê gotinê dest pê bikin ku pirsgirêka Wanê ne pirsgirêkek ku 20-30 sal in heye. Ev pirsgirêk ji polîtîkayên qirkirinê yên sed sal in li ser gelê Kurd tên meşandin bingeha xwe digrin. Bi polîtîkayên tecrîdê her diçe civakê bi tenê dihêlin. Ev polîtîka her diçe belavî her beşa civakê bûye. Hema bibêje di nava hefteyekê de 3-4 jin tên qetilkirin, dibêjin întihar e, em dibînin ku bi sedan jin rastî tundiyê tên.
Weke DEM Partî, rojeve me ya sereke; li dijî polîtîkayên qirkirina jinan, parastina jiyanê û rêxistinakirina jinan e. Em ji dirûşma ‘Heta jin azad nebe, civak azad nabe’ bawer dikin. Ev perspektif dema ku em têkoşînê li dijî pirsgirêkan dikin, bûye nexşeriya me. Em weke DEM Partî dema hatin şaredariyan ji bo van pirsgirêkan ji holê rakin; em ê projeyên navendên jiyanê yên jinan, gundên jiyanê yên jinan, navendên piştevaniya jinan, malên çandê yên jinan û weke malên dengbêjî yên jinan bixin meriyetê. Jin xwe di nava jiyana civakê de xwe weke kirde bibîne, berhem bide, bikaribe deng û gotinên xwe ava bike li qadan em ê bi jinan re bimeşin. Yek ji projeya me ya sereke jî ev e.
'Divê ji bo rawestandina xizaniyê qadên îstîhdamê bên avakirin'
Ji bajar di salên dawî de koçberî pir çêbû. Sedemên sereke yên vê koçberiyê çi ne? Ji bo rawestandina vê yekê berpirsyariyek çawa dikeve ser rêveberiyên xwecihî?
Li Wanê polîtîkayên wek şewitandin, hilweşandin û valakirina gundan bû sedema koçberiyek pir zêde. Piştî koçberiyên ji gund ber bi bajar ve, Ii bajer tunebûna îstîhdam û piştgirînedayîna ji bo bajêr bû sedema bêkariyê. Dema em îro dinêrin, dibînin ku piraniya karkerên ku di qezayên weke ‘cînayet’ de dimrin ji vê derê ne, mixabin li vê derê hemû kesên ji 7 salî heta 70 salî yên ku nikarin kar bibînin, neçar dimînin koç bikin. Xizaniya giran a ku bi bêkariyê re çêbûye her ku diçe di nava civakê de zêde dibe. Ev rojev jî hem ji aliyê civakî, hem jinan û hem jî ciwanan ve bandorek giran çêdike. Qeyûm ne li gorî pêdiviyên gel, ji kesên aligîr û ji aliyê fikir ve nêzê xwe re îhaleyan didin. Lewre em dibînin ku bi rejîma qeyûm a 8 salan re pirsgirêka bêkariyê kûrtir bûye. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê û hemwelatiyên me yên Wanê li ser axa xwe bigihîjin derfetên îstîhdamê, çi ji destên me bê em ê bikin. Gava ewil a ku em ê bavêjin, wê çareseriya van pirsgirêkan be."
'Em ê hewl bidin avahiyên ekolojîk biparêzin û pêşiya betonbûnê bigrin'
Hûn der barê texrîbata ekolojîk ku li bajêr veguherî qirkirina xwezayê, çi bibêjin? Dîsa rîska erdhejê, di rojava we de cih digre gelo? Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên Wanê jî ew e ku 'herêma erdhejê' ye.
Dema Em li daneyan dinêrin, li bajêr ji her 30-35 salan carekê erdhejên bi şîdeta zêde çêdibin û zirarên mezin didin. Di pêvajoya rejîma qeyûm de ji bo vê pirsgirêkê tu çareserî nehat dîtin û tu polîtîka nehat meşandin. Li dijî vê xeterê, em ê ji ber îhtîmala karesatê 'plana çalakiya lezgîn' ava bikin. Di çarçoveya vê planê de em ê koordînasyonên rêveberiya qeyranê bi pêş bixin û cihên ku di dema erdhejê de mirov lê kom bibin ava bikin. Bi taybetî em armanc dikin ku ji bo jin û zarokan planên çalakiya lezgîn bi pêş bixin. Konteynirên seyar, tuwaletên seyar û hinek bendên ku dikarin pediviyên xwe bi cih bînin wê di nava cihên kombûnê de hebin. Bi vî awayî, bi awayeke hêsan, di rewşên wisa de dê mirov pêdiviyên xwe bi cih bînin. Wê têkildarî ekolojiyê jî xebatên me hebin. Em niha li qeraxa Gola Wanê ne û ev der bi tevahî veguheriye qada rantê. Qamirgehên ku pêwîstiya oksîjenê pêk tînin, bi qûmê tên dagirtin û vediguherin qada îmarê. Ango veguherîna rewşa rantê mijara gotine ye. Gola Wanê ji ber vê rewşê hêza xwe winda kir. Em kêmbûn û kişandina avê bi çavên xwe dibînin. Bi betonbûnê re setên xwezayî yên li derdora Gola Wanê jî tune bûn. Em ê ji bo ku Gola Wanê ji nû ve veguhere ekosîstema xwe bixebitin. Projeyên ku em ê pêk bînin, li dijî betonbûnê wê parkûrên meşa xwezayî, zêdebûna keskahiyê û daristan bin. Xebatên me yên teşwîqkirina gel dê hebin.
'Em ê meclisên jin û bajaran ava bikin'
*Herî dawî tiştekî ku hûn dixwazin der barê hilbijartinên nêz dibin de bibêjin heye?
Bajarê Wanê, bajarekî pirçandî ye. Ciheke wisa ye ku gelek çandên cuda bi hev re dijîn. Bajarekî ku bûye dergûşa şaristaniyan û li herêmek sînor cih digre. Têkildarî potansiyela turîzmê ya bajêr tu xebat nayên meşandin. Ev qad vala hatiye hiştin, tevna dîrokî, ekolojîk û avahiya erdnîgariya Wanê, bi temamî bûye herêmeke talankirî. Em ê di van pêvajoyan de xebatên çandî bimeşînin. Em ê xebatên ku hem gelê Kurd, hem jî hemû çand û nasnameyên cuda yên li vir dijîn, bikaribin pêdiviyên xwe pêk bînin diyar bikin. Em ê navendên çandê vekin. Em ê şanoyên kolanan, muzîka kolanan û li qadên cuda gelek çalakiyan li dar bixin. Em ê bi hemû dînamîkên civakê re tiştên dixwazin pêk bînin. Ji ber ku armanca me ya herî sereke ew e ku; em konseyên bajaran, meclisên jinan û bajaran ava bikin. Herî dawî ez ê vê yekê bibêjim; Wek DEM Partî projeya me ya herî mezin, wê şandina qeyûman be. Di vê xalê de me di her qadê de giranî da xebatên xwe. Em ê qeyûman bişînin bajarên ku jê hatine.