Nameya Abdullah Ocalan ji bo eşîrên Ereb
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji rûspiyên Ereb re şand û got:“Hûn dikarin roleke girîng di avakirina Sûriyeya demokratîk de bilîzin.Girîng e Ereb,Kurd, Suryan-Asûrî û her kesê li ser vê xaka pîroz in ji bo vê xwişk-biratiya dîrokî tev bigerin."

Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re peyam şand. Abdullah Ocalan di peyama xwe de got: "Ez piştgirê xwişk-biratî û yekitiya gelê Kurd û Ereb im, ku ew xwedî bingeha dîrokî ye."
Peyama Rêber Apo ya ji bo eşîran wiha ye:
"Ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re:
Dostên hêja:
Destpêkê ez bi kêfxweşî, hezkirin û rêzdarî we silav dikim.
Yekîtî û piştgiriya we ji Kurdan re li ser bingeha pergala neteweya demokratîk xwedî wateyeke mezin e.
Hûn bi vê yekîtiyê bingeheke dîrokî ya nû ya xwedî baweriya bi têkilî û hevbendiya di navbera gelên Ereb û Kurd de ava dikin.
Di dilê dîrokê de, di navbera her du gelên Kurd û Ereb de têkilî hene. Di kûrahiya dîrokê de her tim dostanî û biratiya di navbera gelên Ereb û Kurd de li pêş bû. Heta ev dostanî, di dema derketina Îslamê û belavbûna wê bi serkêşiya pêxember Mihemed de, hişt ku piranî Kurd bi hêsanî tev li ola Îslamê bibin. Sedema sereke, têkiliyên xurt ên di navbera her du gelên Kurd û Ereb de ye. Ev têkiliyên xwişk-biratî yên di navbera her du gelan de piştî Îslamê bi çend sedsalan, dewam kir û bi pêş ket.
Ev yekîtiya ku hûn îro bi rê ve dibin ji aliyekî ve dîrokî ye û ji aliyekî din ve jî civakî ye. Her wiha xwedî bingeha siyasî ye jî, ji lewre ev helwest û yekîtiya li Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e û wateyek mezin didimê. Ez piştgiriyê didim xwişk- biratî û hevbendiya gelên Kurd û Ereb, ji ber bingeha wê ya dîrokî heye.
Li ser vê bingehê, me xwe bi pêş xist û me perspektîfên li ser bingeha xwişk-biratiyê û neteweya demokratîk danî. Divê giştî wekhev bin, azad bin, bi hev re bijîn, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Divê li ser vê bingehê wekhevî û edalet bê avakirin. Divê Kurd û Ereb bi hev re bin. Ev jî bi piştgiriya we ji QSD'ê ve girêdayî ye. Piştgiriya we ji QSDˊê re xwedî girîngî û wateyek mezin e.
Dostên hêja:
Hûn dikarin roleke girîng û dîrokî di avakirina Sûriyeya demokratîk, ewle, yekgirtî û adil de bilîzin. Girîng e Ereb, Kurd, Suryan-Asûrî û her kesê li ser vê xaka pîroz in ji bo vê xwişk-biratiya dîrokî tev bigerin.
Ez bi vê hêvî û baweriyê we hembêz dikim.
Careke din we tevan bi rêzdarî silav dikim
Di jiyana we de tenduristî û serketinê dixwazim
Silavên dostane û biratî
28/7/2025
Abdullah Ocalan
Girtîgeha Îmrali."