MKG: Rojnamegerên li pey heqîqetê ne nayên bêdengkirin

Derbarê girtina rojnamegeran de MKG'ê daxuyaniyeke nivîskî da û xwest 3 rojnamegerên hatin girtin demildest bên berdan û wiha hat gotin: "Rojnamegerên li pey heqîqetê ne, nayên bêdengkirin."

Navendan Nûçeyan – Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de lêpirsîn dabû destpêkirin û di 18’ê Sibatê di çarçoveya lêpirsînê de li 10 bajaran bi ser malan de hatibû girtin. Rojnameger, hunermend, siyasetmedar û sendîkavan jî di nav de 51 kes di serdegirtinên malan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn binçavkirin.

51 kesên hatin binçavkirin duh danê sibehê piştî karên wan ên li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê bi dawî bûn, ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Dozgerî biryara berdana 16 kesan da û 35 kesî jî sewqê Dadgeriya Cezayê Sulhê kir. Dadgerî jî biryara girtina 30 kesan da. Di nav kesên ku hatî girtin de rojnameger Elîf Akgul, Yidiz Tar, Ercument Akdenîz jî heye.

Derbarê girtina rojnamegeran de Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) daxuyaniyeke nivîskî da û bertek nîşanî girtinan da. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 

"Di 18’ê Sibatê de hevrêyên me Elîf Akgul, Yildiz Tar û Ercument Akdenîz jî di nav de 51 kes bi awayekî derhiqûqî hatibûn binçavkirin. Lê mixabin piştî van binçavkirinan 30 kes hatin girtin û xebatkarên çapemeniyê ji ber xebatên xwe yên pîşeyî careke din hatin darizandin.

Weke Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) em careke din tekez dikin ku rojnamegerî ne sûc e û daxwaz dikin ku hevalên me demildest bên berdan. Azadiya çapemeniyê kevirê bingehîn ê civakên demokratîk e û bi bêdengkirina rojnamegeran rastiyan nayên veşartin!

Çapemeniya azad garantiya mafê raya giştî ya girtina agahiyan e. Ev zextên bêdengkirina rojnamegeran ne tenê kesên li pey heqîqetê ne, mafê civakê yê ronîkirinê jî dike hedef.

Em careke din bang li rayedaran dikin; Rojnamegerên girtî tavilê serbest berdin! Zextên li ser azadiya çapemenî û îfadeyê rawestînin! Rojnamegerî ne sûc e û nabe ku wek sûc bê hesibandin!

Em jî weke Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê dê li kêleka hevrêyên xwe bin. Rojnamevanên ku li rastiyê digerin nayên bêdeng kirin!"