Mînîbusa ku karkerên çandiniyê yên Amedê hildigirt qeza kir

Mînîbusa ku karkerên çandiniyê ku ji Amedê diçûn Orduyê ji bo berhevkirina findiqan hildigirt qeza kir. 20 kerkerên çandiniyê birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Mînubîsa ku di riya bejayî ya Dersîm-Erzîncan de karkerên çandiniyê dihilgirt qeza kir. Di qezayê de piranî jin 20 kes birîndar bûn.

Li gora agahiyên hatine bi destxistin, di saetên şevê de qeza li riya bejayê ya Dersîm-Erzincan li  cihê xwedî viraja tuj ya rizgariya canî ya hejmara 1800 hatiye jiyîn. 

Mînîbusa ku karkerên çandiniyê ên ku ji bi berhevkirina findiqan ji Amedê biçin Ordu hildigirt, ji kontrolê derket û qulipî. Di qezayê de 20 kesên di mînibusê de birîndar bûn.

Li ser îxbarê tîmên tendirûstiyê, jenderme, AFAD û UMKE  çûn cihê bûyerê. Piştî mûdaxeleya yekem ya birîndaran, ew rakin nexweşxaneyên derdor û tên tedawî kirin.