Bîr û Fermana 74’an – 5

Endama Meclisa Jin a gundê Dîgure Şêrîn Şengalî behsa Dayê Erzan a ku di fermana 74’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê bi hovane hat qetilkitin kir û da zanîn ku Dayê Erzan di nav civaka Êzidî de weke koçekek dihat dîtin.

ROJÎN HEBABÎ

Şengal-Di 3’’ê Tebaxa 2014’an de çeteyê DAIŞ’ê  bi awayek hovane êrîş bir ser civaka Êzîdî, bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin. Dayê Erzan yek ji wan jinên Êzidî bû ku  ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hate qetilkirin. Dayê Erzan di nav civaka Êzîdî de wek koçekek dihat dîtin. Dayê Erzan beriya were qetilkirin di xewna xwede dîtibû ku dê li ser civaka Êzîdî êrîşek çêbibe. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîş dike terka axa xwe nake û jj aliyê çeteyan ve bi hovanî tê qetilkirin. Endama Meclisa Jinên Êzidî TAJÊ Şêrîn Şengalî a ku Dayê Erzan ji nêz ve nas dike ji ajansa me re behsa wê kir.

‘Bi xêrên xelkê jiyanê derbas dikir’

Endama Meclisa Jin ya gundê Dîgurê Şêrîn Şengalî di destpêka axaftina xwe de behsa kesayeta dayê Erzan kir û wiha got: “Dayê Erzan di xaniyekî de bi tena serê xwe dinavbera gundê Dîgurê û Dohla de jiyan dikir. Bi alîkariya xelkê jiyana xwe derbas dikir. Xelkê ji aliyê xwe ve li gor derfetên xwe bi Dayê Erzan re dibûn alîkar. Tevî ku kes û karê wê hebûn jî, ew nediçû gel wan. Ji dayê Erzan re digotin pîrê. Her kesekî xwestekek wê/wî hebiya, di hat pirsiyar ji dayê Erzan dikir. Wek koçekek bû ku pêşeroj didît û şirove dikir. Pir caran cotkar beriya ku zeviyên xwe biçînin, berê xwe didan gel dayê Erzan û jê dipirsîn, dayê Erzan gelo wê îsal rewşa baranê çawa be?”

Şêrîn Şengalî di berdevamiya axaftina xwe de behsa bîranînekî Dayê Erzan dike ka çawa pêşeroj didît û wiha bal dikşîne: “2 teneke genim li gel dayê Erzan hebû. Wê jî ew 2 teneke genim da cotkarekî û jêre got “îsal van herdû teneke genim ji min re biçîne” cotkar jî jêre got “genimên xwe ji xwe re rake. Lê wê qebûl nekir û di wê salê de baranekî zêde barî û berhemên genim pir zêde baş bûn.”

‘Kuştin û agir berdan bedena wê’

Me ji Şêrîn Şengalî pirs kir ku çibû sedem dayê Erzan di fermana 2014’an de xwe rizgar nekir  û ne reviya Şêrîn Şengalî wiha bersiv da: “Dayê Erzan di xewna xwe de dîtîbû ku wê ferman were serê civaka Êzidî. Di dema fermana 3’ê Tebaxa sala 2014’an de mala dayê Erzan di ser riya gundê Dugurê û Dohla de bû. Gelek xelkê Êzidî di wê riyê re  xilas bûn û ji dayê Erzan re gotin were bi mere. Lê belê wê got “ez terka axa xwe nakim”. Ji ber ku wê di xewna xwe de dîtibû ku xilasiya wê mirin û tunebûna civaka wê ye. Mirina wê jî xilasiya civaka wê ye. Ji bo wê jî, mirina xwe qebûl kir û ya civaka xwe qebûl nekir û terka axa xwe nekir. Çeteyên DAIŞ’ê dayê Erzan li ber deriyê xaniyê wê ew gule baran kirin û cenazêyê wê şewitandin.”