Mîna Sultanî ya kurê wê hat qetilkirin di bin îşkenceyê de ye

Mîna Sultanî ku dayika ciwanê bi navê Şehriyar Mihemedî yê di dema şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de ji aliyê polîsên Îranê ve hat qetilkirine, ev 9 rojin hatiye binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Mîna Sultanî ya ku dayika ciwanê bi navê Şehriyar Mihemedî yê di dema şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de ji aliyê polîsên Îranê ve hat qetilkirin e, ev 9 roj in ji aliyê polîsên Îranê ve hatiye binçavkirin.

Kurê Mîna Sultanî, Mîlad Mihemedî têkildarî binçavkirina dayika xwe peyamek bi dîmen li ser medya dijîtal parve kir û got: “Ev 9 roj in dayika min Mîna Sultanî hatiye binçavkirin û li girtîgehek Urmiyê di bin êşkenceya derûnî de tê ragirtin. Ji ber ku dayika min daxwaza mafê kurê xwe yê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye kuştin, kiriye hatiye binçavkirin.”

Mîlad Mihemedî bang li saziyên mafê mirov, saziyên civaka sivîl û azadîxwazan kir ku ji bo berdana dayika wî piştgiriyê bikin.

Herî dawî Mîlad Mihemedî diyarkir ku wê ti gef û êşkenceyek nikaribe wan bêdeng bike û ewê daxwazkirina mafên xwe berdewam bikin.