Li ber Dadgeha Mahabadê êrîşa çekdarî

Li gorî raporên hatine weşandin, li ber Dadgeha Mahabadê bûyerek qewimî û çekdar bi debançeyek gule li kesên amade reşand. Di encamê de kesek mir û yên din birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Li ber dadgeha Mahabadê, di encama gulebaranê de xortekî 21 salî hat kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn. Êrîşkar li gor agahiyan 60 salî ye, ji Neqadeyê ye û piştî bûyerê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tavilê hatiye girtin.

Kesek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn

Li gorî raporên belavbûyî, bûyer piştî nîqaşeke devkî ya di navbera çend jinan de li ber dadgeha Mahabadê qewimî û zilamê çekdar bi debançeya xwe gule li kesên amade reşand. Fermandarê polîsê Mahabadê Amirreza Rasoulian ragihand ku bûyer duh li ber deriyê dadgeha bajêr qewimiye, di encamê de kesek miriye û 4 kesên din jî birîndar bûne.

Sedema bûyerê jî alozî û tolhildan e

Li gorî wî, lêpirsînên destpêkê nîşan didin ku sedema gulebaranê, aloziya ferdî û tolhildan bûye. Wî got ku kurê êrîşkar çend sal berê hatiye kuştin û îro êrîşkar li ber dadgehê endamên malbata kesê ku ew ji kuştina kurê xwe berpirsyar dibîne, hedef girtiye.

Fermandarê polîsê Mahabadê her wiha got ku êrîşkar û malbata kesê mirî ji Neqedehê ne û ji bo beşdarbûna rûniştina dadgehê hatibûn Mahabadê. Têkbir piştî bûyerê ji aliyê polîsan ve hatiye girtin û niha di bin çavdêriya polîsan de ye. Derbarê rewşa çar birîndaran û hûrgiliyên din ên dozê de tu agahî nehatiye dayîn.

Li gorî pispor û analîstên hiqûqî, hejmara zêde ya sûc û tundiyê ku bi eşkereyî di bin navê ‘nakokiyên malbatî’, ‘pirsgirêkên kesane’ û ‘tolhildanê’ de têne veşartin, encama valahiyên avahîsaziyê yên di pergala dadwerî û zagonên heyî de ye, ne ku encama kiryarên nebaş ên takekesî be. Pisporên hiqûqî tekez dikin ku bêbandorbûn û nebûna astengkirina qanûnan, digel avahiyek hiqûqî ya baviksalar ku sîwanek parastinê ya berfireh ji bo qurbaniyan peyda nake, ji bo sûcdaran hawîrdorek ewle û bêceza peyda kiriye, Hawîrdorek ku rê li ber kêf û sûc vedike û baweriyê dide êrîşkar ku bi hêsanî tundiyê bike.