‘Min ji tîpa R mala xwe ya wêrankirî nas kir’
Fexriya Hisên a ku ji gundê Hiwêşa yê girêdayî Serêkaniyê ye, piştî koçberiya 7 salan yekem car wêraniya mal û milkên xwe bi wêne û dîmenên hatibûn belgekirin dît, li ser vê belgekirinê dibêje: “Min ji tîpa R ya li ser dîwar mala xwe nas kir.”
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Dawiya sala 2019’an bû, dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş kirin û zêdetirî 150 hezar malbatên Serêkaniyê û Girê Spî koçber kirin. 7 sal di ser koçberiya xelkê resen ê wê axê re derbas dibe lê hêviya vegerê her dem zindî ma her çiqas dilgiran û xemgîn bûn jî hêviya xwe parastin.
Di hevpeymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD’ê û Şamê de xalên ku vegerek bi ewle yê xelkê Serêkaniyê û Girê Spî, hene û heta niha xebat li ser tê kirin.
Kobçerên ku êdî êşa koçberiyê ranakin, tevî tirsa heyî jî xwe digihîjînin gundê xwe, da ku binêrin ka çi qawimiye. Lê koçber ji dîmenên li ber çavên xwe dibînin matmayî dimînin, her der û her mal wêran bûye.
Bêguman ev wêranî di zagonên navdewletî de sûcên şer in û sûcdar di dadgehên navdewletî de ji ber van sûcan tên cezakirin.
Fexriya Hisên koçberek ji gundê Hiwêşa yê di navbera Serêkaniyê û Til Temirê de ye. Hinek xizmên wê yên ku derbasî gund bûbûn wêraniya mala wê, bi wêne û dîmen belge kiribûn.
Fexriya Hisên ji ajansa me re behsa metirsiya ji bo vegerê kir û daxwazên xwe anîn ziman.
Bi dîmenên piştî 7 salan matmayî ma
Fexriya dibêje ku di nava koçberiya 7 salan de wê ne mala xwe dîtiye, ne jî wêneyek an dîmenek ji wir girtiye û wiha berdewam kir: “Em ne diwêribûn nêzî gundê xwe bibin û ne jî hilmek ji axa xwe bigrin. Lê ya herî zehmet ew e ku me çawa mala xwe terk kir û bi çi awayî me wêraniya wê di dîmenên ku gihîştin me de dît. Em şok bûn û matmayî man. Çimkî gelek kesên ezîz ku bi hesreta dîtina gundê xwe bûn, çûn ser dilovaniya Xwedê.”
Fexriya wekî hemû koçberên din ji vegera gund di vê demê de ditirse û wiha sedemên wê tîne ziman: “Hê jî xetere heye, ewlehî tune ye, erda gundên me tijî mayîn in. Bi vî awayî veger zehmet e. Heta ku riyên sereke venebin û çûnhatin çênebe, ne pêkan e ku ewlehî çêbibe û veger hebe.”
Daxwazek ji QSD û Şamê
Fexriya daxwaz ji QSD’ê û Şamê kir ku di dosyaya vegera koçberên Serêkaniyê de lez bidin xebatên xwe û wiha pêl da gotinên xwe: “Çawa em bi komî koçber bûn divê vegera me jî wiha bi komî be û di bin garantiyan de be. Pêwîst e mafên me neyên binpêkirin. Heta ku asayîş bi me re nebe em ê nikaribin bi tena xwe vegerin. Me 7 sal ji bo vegera bi rûmet û jiyana bi ewle borand.”

Ji gund bîranînek maye
Fexriya di axaftina xwe de got ku hemû alavên wan ên çandiniyê, sarincên avê, jeneratorên avê û yên elktrîkê hatine dizîn, tenê lengerek erdê maye.
Xwedîkirina pez û mirîşkan
Fexriya bi berdewamî tiştên ku wê li gundê xwe bike piştî ku vegere wiha bilêv kir: “Em ê careke din pez û mirîşkan xwedî bikin, em ê gund xweş bikin. Me 50 salên xwe li gundan borandiye, em ê jiyana xwe ya mayî jî li wir biqedînin.”
‘Sedsalek din jî be em ê vegerin’
Fexriya got ku malên wan bê derî û pencere mane, li benda vegera xwediyên xwe yên resen in. Careke din tekezî li ser vegerê kir û got ku sedsalek jî di ser koçberiya wan re, derbas bibe ew ê rojek vegerin.
‘Êdî wê zarokên me yên nû çêbûne gundê xwe nas bikin’
Fexriya di dawî de got ku wê zarokên xwe yên ku piştî koçberiyê çêbûn, bi vegera ji gund re bersivê bidin pirsên wan, çimkî dema qala gund tê kirin zarok matmayî dimînin.
Fexriya mala xwe ya wêrankirî bi riya tîpa ‘R’ a ku li ser dîwar berî koçberiyê nivîsandibûn, nas dike. Ji ber ji wêraniyê hemû malên ku bê derî û pencere û servekirî ne dişibin hev.