‘Da ku jin di pencên qirkirinê de nemînin YPJ hate damezrandin’
Gelê bajarên Zirgan û Til Temir yên Rojavayî Kurdistanê ji bo piştgiriya YPJ’ê û nûnertiya wê di Wezareta Berevaniya Sûriyê de, bi pêşengiya Kongra Star çalakiyek lidar xistin.
Til Temir – Kampanyaya “Em hemû YPJ ne” bi awayekê bi hêz li seranserê Rojhilata Navîn belav dibe û hevgirtinekê bi hêz yê jinan radixe ber çavan. Herkes îrade û hebûna YPJ ji bo parastina îradeya jina azad û hebûna wê weke hêza sereke digre dest.
Di vê çarçoveyê de rêzeçalakiyên piştgiriyê bi çalakiyên cûr be cûr didomin. Îro jî Kongra Star a bajarê Til Temir çalakiyek bi hêz bi beşdarbûna gelê bajarê Zirganê, lidar xist. Çalakî li ber Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê, di bin diruşmeya “YPJ parastina nasnameya jina azad e” destpê kir.
Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn, gelek dirûşmeyan berzkirin û piştgiriya xwe bi YPJ’ê re nîşan dan. 7 salî û heya 70’ê salî beşdarê çalakiyê bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Bi navê Kongra Star a Til Temirê Eyhan Yûnis û Endama Kongra Star a bajarê Zirganê Şêxa Hemad axivîn.
‘Da ku jin di pencên qirkirinê de nemînin YPJ hat damezrandin’
Eyhan Yûnis got ku YPJ’ê rûmet û nasnameya jinan e û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Her kes dizane ku herêma me di pêvajoyek nû re derbas dibe. Rêber Apo gotibû ku wê sedsala 21’an bi be sedsala azadiya jinan. Ji ber vê yekê jî niha hewldanên hikûmeta demkî heye ku YPJ’ê bihelîne û hebûna wê tune bike. Lê YPJ’ê li kêleka şervanên xort di hemû çeperên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şer kiriye û xwîn rijandiye. Lê ji bo ku jin careke din mîna berî pênc hezar sal rû bi rû yê tundûyê neyên, jinên Kurd serkêşiya avakirina hêzek jinan a leşkerî kirin, da ku hebûn û nasnameya xwe biparêze. Bi hezaran şervan şehîd bûn û bi sedan jî di destên hikûmeta demkî de dîlgirtî ne û ev nîşaneya berxwedanê ye.”
‘Divê YPJ’ê di Wezareta Berevaniya Sûriyeyê cih bigre’
Eyhan nêzîkatiyên redkirina hikûmeta demkî li bermaberî naskirina YPJ’ê û bûyîna tugayekê rexne dike û wiha pêl da gotina xwe: “Tevî domandina danûstandinan lê heta niha hikûmeta demkî bersivek erênî neda ye û nermbûn raber nekiriye. Lê ji biçûk heta mezinan em ê ji bo YPJ’ê li ser piyan û di nav têkoşînê de bin. Ji ber ku wan li dijî terorîstên ku cîhan tev ji ber wan di nav metirsiyê de bûn, şer kirin û destan nivîsandin. Bêyî naskirina YPJ’ê wê hebûna jinan û îradeya wan neyê naskirin. Da ku jin bê parastin nemînin û nasnameya wê were parastin, divê ku YPJ’ê di Wezareta Berevaniya Sûriyeyê de cih bigre û wekî tugayek xweser xwe birêxistin bike.”
‘YPJ’ê nîşan da ku doza jinan ne dozeke paşguhkirî ye di nav dozên welat de’
Şêxa Hamid jî got ku hêza YPJ’ê nîşan da ku doza jinan ne dozeke ku di nava dozên welat de were paşguh kirin. Ew hevkarek sereke ye di parastinê de û wiha dirêjî da gotina xwe: “Jin çêkera aştiyê ye û civakê bi her awayî diparêze. Ji bo hemû hewldanên paşguhkirin û înkarkirina rola YPJ’ê em îro li vir in û nerazîbûnên xwe nîşan didin. Ked û fedekariya ji bo ax û mirovan hatiye dayîn nayê înkarkirin.”
‘Jinên ku parastin û fedekarî kirin hêja ne ku bibin parçeyek ji siberoja welat’
Şêxa da xuya kirin ku naskirina YPJ’ê naskirina nirxên dadwerî û wekheviyê ye. Şêxa: “Nenaskirina hêza YPJ’ê nenaskirina dengên bi hezaran jinan yên ku barê doza azadiyê hilgirtin ser milên xwe. Peyama me eşkere ye; jinên ku parastin û fedekarî kirin hêja ye ku bibe parçeyek ji siberoja welat. Piştê ewqasî bedel, ked, hêz, rêxistinbûyîn wê dengên jinan neyê paşguhkirin.”
Piştî axaftinan careke din diruşmeyên piştgiriya bi YPJ’ê re hatin berzkirin û çalakî bidawî bû.