‘Meyla ber bi terîqetan ve zêde dibe divê em dev ji berxwedana pasîf berdin’

Femînîsta misilman Zeynep Duygu Agbayir, anî ziman ku xizanî malbatan ber bi terîqetan ve dibe û got: “Divê em xwe ji berxwedana pasîf a li hemberî polîtîkayên hikûmetê û terîqetan rizgar bikin û xwe li ser riya têkoşînê bi rêxistin bikin.”

PELÎN OZKAPTAN

Stenbol -Terîqet û cemeet, di demên dawî de bi pêkanînên xwe yên li hemberî zarokan û nûçeyên destdirêjiya zayendî derketin pêş. Li gel ku polîtîkaya bêcezakirinê di piraniya bûyerên destdirêjiya zayendî de tên meşandin, mezheb bi riya saziyên ku ava kirine xebatên xwe didomînin. Femînîsta misilman Zeynep Duygu Agbayir got çima malbat zarokên xwe dişînin van saziyan û li dijî vê yekê divê têkoşînek çawa were meşandin.

‘Gelek faktor hene ku zarokan rêbikin’

Zeynep Duygu Agbayir, anî ziman ku malbat tenê ji ber xizaniyê zarokên xwe naşînin terîqet û cemeetan, lê ev jî faktoreke gelekî girîng e. Zeynep Duygu Agbayir got: “Li gor lêkolîneke ku min xwend, li gorî bajaran ji gundewaran ji sedî 47 dişînin. Heye lê ji hêla din ve, di heman demê de ramanek serdest a îhtîmala bidestxistina statuyê jî heye.” Zeynep Duygu Agbayir wiha got: “Gelek faktor hene wek ku zarokên wan bibe mamoste, ji aliyê civakê û li cem Xwedê rêza wan hebe û têkiliyên bazirganiyê bi pêş bixin. Mînak, hin kes difikirin ku ew diyariya Xwedê dikin û gelek kes dibêjin, ‘bila zarokê min ji bo te qurban be.’ Par li Antalyayê li maleke cemeetê zarokekî hat serjêkirin, dema me li refleksên bavê wî û bavê Enes Kara yê întihar kir me ev yek dît. Ew bi gotina ‘Xwedê çi bixwaze ew e’ nêzîk dibin.”

‘Terîqet û cemeet vediguherin cihekî ku bi xizaniyê bihêztir dibin’

Zeynep Duygu Agbayir diyar kir ku xizanî çawa malbatan ber bi van pêkhateyan ve dibe û wiha got: “Xizanîbûneke wisa heye ku malbatan ber bi vê yekê ve dibe. Şandina zarokek keç ji bo qursa Quranê tê wateya peydakirina hewcedariyên wê, ango tê wateya windakirina qirikek. Di dema ku em li mijara perwerdehiya pêşdibistanê ya ku weke ‘dibistanên subyan’ bikartênin dinêrin, em heman tiştî dibînin. Dema ku em bang li rêveberiyên herêmî û dewletê dikin ku kreşxaneyên bêpere an jî erzan peyda bikin, em hewl didin siyasetek rêvebibin. Lê şaredariyên muxalefetê jî di nav de, vê mijarê kêm dibînin. Dema dibêjin ‘Bila terîqet û cemeet bên girtin’ difikirin ku ev pirsgirêk wê çareser bibe. Jixwe ev der bi fermî girtî ne. Lê bi xizaniyê re ev der dibin cihekî ku bi hêztir dibe.”

‘Ez 10 sal di nav van de bûm’

Zeynep Duygu Agbayir, anî ziman ku muxalefetek ku polîtîkayên alternatîf çêbike tune ye û got: “Em jixwe nêzîkatiya dewleta civakî ya ku bi her awayî van pêkhateyan birûxîne nabînin. Ji ber vê yekê, ez pir xwezayî dibînim ku ber bi vir ve diherikin. Mirov mîna ku cara yekem e dibihîzin tevdigerin. Ez 37 salî me û 10 sal di nav van de bûm, beriya 20-30 salan gelek malbatên me endamên terîqet, cemeet û pêkhateyên rêxistinkirî bûn.” Zeynep Duygu Agbayir, anî ziman ku mijara bingehîn rêxistinkirina dînamîkeke têkoşînê ye ku li hemberî van pêkhateyan raweste û wiha got:

“Li vir mijar ew e ku li hemberî tundiya derûnî ya ku zarok, ciwan û jin di vê nîzama heyî de dijîn, pirsa, gelo dewleta civakî erka xwe bi cih tîne yan na. Yan jî hikûmetên din ji ber nekaranîna wê hesab dixwazin an na? Helbet hikûmet kevneperest e û ez tenê di çarçoveya olperestiyê de nabêjim. Em hewldanên wî yên ji bo parastina nîzama heyî jî dibînin. Em dibînin ku muxalefeta sereke ne bi sîstemê û ne jî bi nîzama heyî re tu pirsgirêk nîne. Îradeya stratejîk a ku hatiye komkirin ne di asteke ku van pêwîstiyan pêk bîne de ye. Ê ev rewş dema wisa be, wê hêzbûna cemeetê jî bidome. Mirov difikirin ku ew tenê bi alîkariya koliyek xwarinê xurt dibin. Ez wisa nafikirim. Mînak dema ku AKP di asta herî qels de bû jî hilbijêrê partiyê dest ji xebata xwe ya ji bo wî berneda. Ji ber ku ev mijar di nava civakekê de bûyîna xwedî nirx e. Ango ne tenê xizanî ye.”

‘Ji bo hesabpirsînê pêwîstî bi têkoşîneke zêdetir aktîf heye’

Zeynep Duygu Agbayir bi gotina “Divê êdî tu kes dirûşma ‘Bila terîqet werin girtin’ neqîre. Ji derveyî vê dirûşmê divê em siyaseteke din bimeşînin” û van nirxandinan kir:

“Ger pêwîst bike em ê ji bo van zarokan zorê li rêveberiyên herêmî û dewletê bikin. Divê çi ji destê me bê em bikin. Ji ber ku diyardeya dewleta civakî ya ku diviyabû alternatîfek biafiranda, ev yek nekir, ji bo hesabpirsînê pêwîstî bi têkoşîneke aktîftir heye. Dirûşmên ku li ser Twîtterê tên qîrîn, li kolanan encam nagirin. Hemû jî di nava dewletê de yan jî derve xwedî rêxistineke xurt in. Ji bo malbatê terîqet dibin cihê ewlehiya zarokên wan. Ji ber ku ew difikirîn ger ez zarokê xwe bişînim vir, wê paşê wî bixin karekî. Temenê ku ji zarokan tê hezkirin, di malbatê de bê xwedî derbas dibe. Pêvajoyek heye ku mirov bêyî rewşa nirxbûnê bijî bi îsrar fêrî nirxdayînê tê kirin û ev yek li ser olê tê pênasekirin. Vê carê, zarok, mebesta min ew kesên ku bi zorê nehatine şandin, dikare li wir bikeve nav hewldanên xwe bi nirx hîs bike û xuya bibe.”

‘Krîza starbûnê xwendekaran ber bi cihên wiha ve dibe’

Zeynep Duygu Agbayir, diyar kir ku zêdebûna pirsgirêka starbûnê di nav xwendekarên zanîngehê de wê daxwaza cihê bicihbûnê yên cemeetan jî zêde bike û got: “Bi taybetî ji ber pirsgirêka starbûnê di nav xwendekarên zanîngehê de wê rewşa çûyîna van cihan zêdetir bibe. Ev cihên aydê terîqetan; dixwazin we bikin wek ên ku dixwazin. Li vir jî krîza xweavakirinê heye. Malbat, kursên Quranê û dîn, rê neda hebûna mirov. Gelo dewlet li ku ye? Her çend hêsan xuya bike ku mirov xeyala cîhaneke zarokek tê de wekhevî ji perwerde û tenduristiyê re hebe, em dibînin ku em çawa bi tenê mane. Di vê tenêtiyê de, ew civak vediguherin nîmetek ku nayê dîtin.”

‘Em di pêvajoyeke xeternak de ne lê em ê riyek bibînin’

Zeynep Duygu Agbayir, der barê ketina meclîsê ya HUDA PAR û Partiya Refahê ya di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bandoreke çawa li polîtîkayên di vî warî de kir de wiha got:

“Jin û zarok di vê hawîrdorê de bi kesên ku dikarin çîrokên xwe ji hawirdora dîjîtal re vebêjin re diaxivin. Di wê civatê de rewşên weke hevberdan û terikandina malê zêde bûn. AKP di pêşîlêgirtina van de tam bi ser neket, di wê ferasetê de ye ku dikarin bi Refahê çareser bikin. Yên ku dê dîsa vê yekê bikin dê mêrên misilman bin. Yek ji sedemên betalkirina Peymana Stenbolê jî ew e ku di nava malbatên xwe de kontrola xwe winda kirine. Em di pêvajoyeke xeternak de ne lê em ê riyekê bibînin.”

‘Van avahiyan valahiya herêma erdhejê dagirtin’

Zeyneb Duygu Agbayir amaje bi wê yekê kir ku li herêmên erdhejê mirovan tenê hiştine û valahiya li wê derê bi van avahiyan tijî kirine û wiha got: “Li herêmên erdhejê niha gelek rêxistin û weqfên alîkariya mirovî (ÎHK) ku ne gangaz e ez li gel wan bim lê belê ev rastiyeke ji derveyî wê kesek nemaye. Ev ji me re dibêje ka çi çi ye. Piştre nebêjin çima ev bi hêz in û li xwe bidin. Em nikarin li wir avahiyek alternatîf biafirînin ku bikaribin wê valahiyê dagirin, dewlet ji xwe bêyî ku berpirsyariya xwe kontrol bike diavêje wan cemeet û STK yan.”

‘Divê em xwe ji berxwedana pasîf rizgar bibin’

Zeyneb Duygu Agbayir destnîşan kir ku divê ji awayê berxwedana pasîf a li dijî polîtîkayên desthilatdar û xebatên cemaete rizgar bibin û wiha domand:

“Gelo em ê polîtîkayek alternatîf ava bikin? Erê, mînak ez weke jinekê dixwazin ji vê berxwedana pasîf rizgar bibim. Femînîstên Misilman, xwe weke misilman bi nav nakin lê belê dema em bi jinên misilman ên xwedî ceribandin re diaxivin dizanin ku ya me herî zêde aciz dike nêzîkatiyên me yên pasîf û bertekî ne. Ji ber ku em hê jî li taxên xwe bi malbatên xwe re bi awayekî aktîf şer dikin, berxwedana pasîf têra me nake. Mînak malbata wan di ÎHH de dixebitin lê belê bi xwe tên gel me û mirovên ku li qadeke din a berxwedanê digerin, di nava pevçûnên du nasnameyan de dimînin. Ez tu carî behsa xweşikiya ÎHH nakim lê belê ev sazî wê derê tijî dikin sedema vê tenê ne dewlet e. Çîrokên me yên tijîkirina wê valahiyê di heman demê de, helbet em rastî gelek zordestiyan tên, gelek kes tên girtin lê belê em jî kom nabin û polîtikayan ava nakin. Em tenê fêr bûne bi desthilatdariyê re şer bikin û berxwedanê bikin… Avakirina polîtakayan, em çi bikin, di kolanê de em ê çawa şêwe bigrin divê em biaxivin ku metodên nû ava bikin. Ji pozîsyona xwendekariyê derbikevin, ev mirov çima çûne wan deran, çi hîs dikin divê em vê pirs bikin.”