Mexdûra erdhejê ya Antakyayê Hazal Durgun: Tu tişt derbas nebû
Mexdûra erdhejê ya Antakyayê Hazal Durgun bal kişand erdheja 6’ê Sibata 2023’an û got: “Tu tiştek derbas nebû. Hemû kes pir westiyayî ye û divê êdî berdelê vê westandinê hebe. Kê çiqas tiştên li vir hat jiyankirin bihîst.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Antakya- Di ser erdhejên li pey hev ên ku di roja 6'ê Sibata 2023’an de, navenda wan Mereş bû re salek derbas dibe. Ne kavil bi temamî hatin rakirin, ne jî avahiyên bi xisarên giran hatin hilweşandin. Li herêmên erdhejê ku heta niha aqûbeta windayan nayê zanîn, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane weke 50 hezar û 783 derbasî qeydên fermî bûye. Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de bû namzedê AKP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Murat Kurum, di bernameyeke televîzyonê ya di 31'ê Çileyê de, ev reqam wek 130 hezar diyar kir û îtirafek kir.
Pirsgirêkên wan hê li benda çareserkirinê ne
Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê yên ji aliyê dewletê ve bi tenê hatin hiştin hê jî li benda çareserkirinê ne. Li Antakyayê pirsgirêkên binesazî, starbûn, tenduristî, perwerde û paqijiyê nehatine çareserkirin. Yek ji mexdûrên erdheja Antakyayê Hazar Durgun, tiştên ku ji roja ewil a erdhejê ve şahidî kiriye ji ajansa me re vegot.
'Tu tişt derbas nebû’
Hazal Durgun bi gotinên; "Tu tiştek derbas nebû, ya herî xirab jî tu tişt neguherî,” da zanîn ku li bajarê kê dijîn hem di warê binesaziyê de hem jî avahîsaziyê de tu xebat nehatine meşandin. Hazal Durgun, diyar kir ku gel bi derfetên xwe li ser piyan maye û bi tîmên dilxwaz û hêza hevgirtina jinan re ev koçberî kêm be jî bi dawî bûye. Hazal Durgun, anî ziman ku li Samandag û Antakyayê beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûye, diyar kir ku tiştên jiyane û şahidî kiriye cara yekem dê vebêje.
'Kesên ku sax man nizanin çawa dijîn'
Hazal Durgun, tiştên ji ber erdheja ku di nav çend deqeyan de jiyana wê guherand de jiyane wiha parve kir: “Îro ji bo me hemûyan vegotina roja erdhejê pir zehmet e. Her ku em nêzî 6’ê Sibatê dibin, fikar û bêhêvîtiyek ecêb di nava me hemûyan de çêdibe. Weke her tiştê ku salek berê qewimî ji nû ve dijîn. Ji aliyê derûnî ve tu kes ji bo wê rojê û ji nû ve jiyana vê rojê ne amade ye. Erê, yên ku jiyana xwe winda kirin mirin lê em ên sax man, nizanin çawa dijîn û çawa radizên. Dema ku erdhêj çêbû, em bi ciwanên taxê re li hev civiyan û bi meş hatin navenda Samandagê. Li taxa ku em lê diman xisarên mezin tunebûn lê dema ku em çûn navenda Samandagê, me dît ku her der hilweşiyaye.”
‘Min dayikên ku zarokên xwe hembêz kiribûn dît’
Em bûn çar kom û me dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kir. Jixwe mirov diqîriyan. Bi dengê kesên li zarokên xwe digeriyan, kesên di nava xwînê de diqîriyan û deng ji bin kavilan derdiket ve li her derê qêrîna mirovan hebû. Di destê me de tenê çakûç, lewye û qeskî hebûn. Me nizanibû em ê bi hilweşandinek ewqas giran re rû bi rû bimînin. Min li Samandagê 12 saetan alîkariya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kir. Piranî kes mirî bûn, me hewl da em miriyan jî derxin lê tiştek ku em wan pê derxin tunebû. Vînç tunebû, dîwar giran bûn û kebçe tunebû. Min dayikên ku zarokên xwe hembêz kiribûn dîtin.
‘Tenê qîrîna mirovan hebû’
Piştî demek kurt, min bihîst ku xwişka min di bin kavilan de maye, me hewl da em biçin Antakyayê. Mirov hemû weke ku dîn bûbûn, hewl didan tiştekî bikin. Hemû rê hilweşiyabûn, navenda Antakyayê ji vir zêdetir xirabtir bû. Ji bo gihandina cenazeyê xwişka min 4 roj derbas bûn. Çima, ji ber ku vînç tunebû, tu ekîp û rayeder tunebûn. Navenda AFAD'ê mîna kaosê bû, em nikaribûn xwe bigihîjînin tu rayedarek. 4 rojan, di guhên min de tenê qîrîna mirovan hebû. Li cihê ku qîrîna mirovan tunebû jî ew deng di guhên min de bû. Dema em li wir li bendê bûn, ji nexweşxaneyê her dem cenaze derdiketin. Herî dawî min xwe avêt ser vîncek. Dema ev gotin ‘na’ min xwe li ber wesayîdê dirêj kir. Piştre hatin alîkariyê û di dawiya roja 4’an de du xizmên min sax hatin derxistin.
‘Ma mirov bi dîtina cezane kêfxweş dibe?’
Hûn nikarin di vê pêvajoyê de bi hestiyarî tevbigerin. Tu nikarî di vê kêliyê de bigrî an êşa xwe bijî û bitirsî. Ez bi mehan netirsiyam, bi mehan negiriyam. Ji ber ku gelek tiştên em bikin hebûn. Me cîranên xwe ji binê kavilan derxist. Bavê wan li kêlekê li bendê bû, min hewl da keç û neviyên wî yên jiyana xwe ji dest dane, bi streçê bipêçim. Ewqas xirab bû ku, me xist nav betaniyeyek û da. Dema me xwişka min dît û derxist, li gorî mirovan me zû cenaze derxist. Ma mirov bi dîtina mirovan kêfxweş dibe? An jî ji ber ku bê tirs derxist, kêfxweş dibe? Min dizanibû ku xwişka min li benda min e. Piştre me xwest li gorî destûra dozgeriyê, cenazeyê xwe defin bikin. Me wesayîda cenaze nedît.
‘Em ji bo definkirina cenazeyan 6 saetan li benda dozger man’
Me 5 cenezayên xwe li pişt pîkapek biçûk bi cih kir û bir goristanê. Ji bo em van cenazeyan defin bikin, 6 saetan li benda dozger man. Cenazeyên ku me di saet 4’an de derxist, di saet 11'an de me defin kir. Cenazeyên me werimî bûn, ji bo cenazeyên me bêhn nedin, me derzî bi kar anî. Di jiyanê de tirsa min ji mirinê nîn e û ez ji cenazeyan natirsim. Wê şevê mirovan kefen nedît. Ez ê heta dawiya jiyana xwe ji bîr nekim. Min alîkarî da kesên ku cenazeyên xwe xistin pişt motorsîklet an jî otomobîla xwe anîn, defin kirin.
‘Ne xebatên lêgerîn û rizgarkirinê xebatên lêgerîna cenazeyan berdewam kir’
Her kesê digot bêhna cenaze ji we tê. Kesên ku nêzî me dibûn, vedireşiyan. Lê ev ne tiştekî wisa ye, tu di wê kêliyê de tiştek wisa nafikirî. Erkek te heye û tu erka xwe dikî. Piştî definkirina cenazeyê xwe, me dest pê kir ka divê em çi bikin. Divê em li jiyanê bimînin, mirovan bêhiş li dora xwe dinêriyan. Hewldan û têkoşîna mirovên ji erdhejê sax xilas bûn, mûcîze bû. Herî zêde gelê li wê derê rêzdarî heq dikir. Dema ku me li vir belavkirina alîkariyan berdewam dikir, li navçeyê hê jî cenazeyên ku em nikaribûn xwe bigihîjînin hebûn. Li Samandagê ne xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, xebatên dîtina cenazeyan heta roja 16’emîn berdewam kirin.
‘Ji bo berdewamkirina jiyanê çi ji destên jinan hat kirin’
Ne AFAD û ne jî rayederên hikûmetê li vê derê tunebûn. Waliyekî ku digot ‘li vir xisar tune ye' hebû. Gel rewşa li vê derê herî dawî fêr bûn. Li vir bi tora dilxwazan re têkoşîna jiyanê dest pê kir. Dîtina av, xwarin an jî avakirina stargehek. Ez bi rojan bi heman goreyê mam. Gel ji bo goreyek li ber malên hevgirtinê diketin rêzê. Têkoşerên vê derê yên herî wêrek jin bûn. Jin li jiyanê man û qadek ava kirin. Hem xebitîn hem jî ji bo ji nûveavakirina jiyana xwe çi ji destên wan hat kirin. Tevî ewqas êşan jî jinan xebata xwe ya li nava zeviyan berdewam kirin.
‘Ji bilî me hemû kesan van deran ji bîr kir’
Salek derbas bû! Gelo di nava vê salê de tiştek guherî na! Hemû kes pir westiyayî ne û divê êdî bedelên vê westandinê hebin. Em îro ji bo çand û bîranîna vê derê têdikoşin. Yên ku bi rastî ev der ava kirin em in, mirov li vir di nava nediyariyê de man. Ji bo li vir bimînin têkoşiyan. Gelo karê şaredariya bajarê tenê belavkirina kamyonek avê bû? Bi mehan, ev dever bi şewba gir û spiyan re têkoşiya. Tiştên li vê derê qewimîn kê çiqas bihîst? Niha hemû kesan me ji bîr kirine, em tenê mane. Em wan rojan qet ji bîr nakin lê hemû kesê me ji bîr kir. Zarokên 5 salî jî dê wan rojan ji bîr nekin.”