Mesrûr Barzanî gef li Şengalê xwar
Serokwezîrê demborî yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bang li Bexdayê kir ku Peymana Şengalê ya ku bê îradeya Êzîdîyan di navbera Iraq û PDK’ê de hatiye îmzekirin, were bicih anîn û îdia kir ku ger peyman pêkwere wê Êzidî hemû vegerin Şengalê.

Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê demborî yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasîma projeyekê de axivî û balkêşa ser bicihanîna Peymana Şengalê.
Mesrûr Barzanî, got ku ew bicihanîna Peymana Şengalê ya ji bo asayîkirina rewşa jiyana Kurdên Êzidî girîng dibîne. Mesrûr Barzanî, destnîşankir ku ji bo ew peyman bikeve meriyetê wana her tişt kiriye, lê heya niha ev pêknehatiye.
Mesrûr Barzanî, bang li Bexdayê kir ku ji bo peyman were bicihanîn tişta pêwîst bike û îdia kir ku ger peyman pêkwere wê Êzidî hemû vegerin Şengalê.
Hêjayî gotinê ye di 3’yê Tebaxê de çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin, wê demê Şengal qaşo dibin parastina çekdarên PDK’ê de bû. Lê PDK’ê bêyî ku dijî DAIŞ’ê şer bike Şengal hişt û hêla ji DAIŞ’ê re. Piştî PDK ji Şengalê deket komkujiyên mezin pêkhatin. Bi hezaran kes hatin qetilkirin, revandin û koçber kirin.
Piştî PDK ji Şengalê reviya, gerîlayên azadiyê û şervanên YPG-YPJ’ê berê xwe dan Şengalê û civaka Êzidî ji komkujiyên mezin xilas kir. Bi demê re li Şengalê Rêveberiya Xweser hate îlankirin, bû xwedî sazî û hêza leşkerî. Lê dewleta Tirk bi destê PDK’ê hertim xwest Rêveberiya Xweser ya Şengalê tine bibe û Êzidî tine bibin. Bi vê armancê di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera Hikumeta berê ya Iraqê (Mistefa Kazimî) û hikumeta Herêma Kurdistanê de “Peymana Şengalê” hat îmzekirin.
PDK’ê rê nade Êzidî vegerin Şengalê
Piştî ku ew peyman hat îmzekirin hikûmeta Iraqê û PDK’ê gelek caran xwest ku Şengalê bixin bin kontrola xwe. Lê hewldana destwerdana Şengalê her tim bi berxwedana civaka Êzidî têk çû. Di demên dawî de PDK carek din dixwaze peymanê bixe rojevê û bi hikumeta Sudanî re bixe meriyetê.
Bi hezaran Êzidî niha li kampên Başûrê Kurdistanê yên dibin serweriya PDK’ê dene û nikarin vegerin Şengalê. PDK rê nade Êzidî vegerin Şengalê û her carê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kartîne.