Ferzkirina ajantiyê li ser endama Piştevaniya Mor

Piştevaniya Mor ragihand ku ew ê giliyê sûc bikin û diyar kirin ku polîs hewl daye yek ji endamên wan bike sîxur.

Navenda Nûçeyan – Li Edeneyê,  Piştevaniya Mor ragihand ku duh yek ji endama wan ji bo Qereqola Polîsan a Şehîd Mehmet Elî Aslan a Daglioglu hatiye gazîkirin û hewl hatiye dayîn ku ew bibe ajan. Derbarê mijarê de li avahiya Hevgirtina Mor a Edeneyê daxuyaniyek hat dayîn.

Zelîha Korkmaz, endama  Piştevaniya Mor, ku daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş di daxuyaniyê de xwend, diyar kir ku yek ji hevala wa ya jin li qereqola polîsan xwestine wê bikin sîxur û got, "Daîreya Polîsan a Edeneyê sûc dike. Em bi hêza ku em ji têkoşîna xwe ya jinan a rêxistinkirî digirin, Daîreya Polîsan a Edeneyê eşkere dikin." Zelîha Korkmaz, diyar kir ku desthilatdariya siyasî nikare tundî û kuştina li dijî jinan rawestîne, lê kesên ku ji bo jinan têdikoşin hedef digire û got, "Her tiştê ku em dikin eşkere ye! Ev ne sûc e! Jin şanaziya vî welatî ne! Hûn ê bi îdiayên xwe yên bê bingeh têkoşîna me asteng nekin. Îro, em careke din ji vir dengê xwe li dijî edaleta mêran û dijminên jinan, hevkarên vê pergalê ku me paşguh dike bilind dikin, em ê li kolanan têkoşînê bidomînin heta ku em cîhanek wekhev û adil ava bikin ku em lê bijîn."

Di dawiyê de Parêzer Şeyma Bulut ji  Piştevaniya Moraxivî û diyar kir ku ew ê der barê bûyerê de gilî bikin û tekez kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî vê sîstemê bidomînin.