Li Xezayê 28 nexweşxane bi temamî an jî qismî hilweşiyane

Tora Rêxistinên Civaka Sivîl ragihand ku pergala tenduristiyê li Xezayê bi xetereya rawestina tam re rûbirû ye. Torê destnîşan kir ku ji ber qedexe û şer xizmet nayên domandin û banga mekanîzmayeke lezgîn a tehliyeya bijîşkî kir.

Navenda Nûçeyan – Tora Rêxistinên Civaka Sivîl ya li Zîvala Xezayê, di daxuyaniya xwe ya îro de destnîşan kir ku pergala tenduristiyê "ji bo mayînê têdikoşe" û ragihand ku nexweşxaneyan di domandina xizmetên bingehîn de zehmetiyan dikşînin.

Pergala tenduristiyê ya Xezayê, ji ber zirara giran a şer û qedexeyên li ser ketina kelûpelên bijîşkî û sotemeniyê, bi xetereya rawestina temamî re rûbirû ye.

28 nexweşxane bi temamî an jî qismî hilweşiyan

Li gorî daneyên torê, ji 35 nexweşxaneyên li Xezayê 28 nexweşxaneyan di dema şer de bi temamî an jî qismî hilweşiyan e. Hate destnîşankirin ku ji bilî binesaziya tenduristiyê, xebatkarên tenduristiyê jî zirarek mezin dîtine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku qedexeyên li ser ketina kelûpelên bijîşkî yên pêwîst, alîkarî û sotemeniyê yên ji bo domandina xebatên nexweşxaneyan hewce ne, xizmetên tenduristiyê bi awayekî cidî asteng dikin.

Banga avakirina mekanîzmayeke nû ya tehliyeya bijîşkî

Tora Rêxistinên Civaka Sivîl, ji bo nexweşên ku li derveyî Xezayê hewceyê dermankirinê ne, banga avakirina mekanîzmayeke nû ya tehliyeya bijîşkî kir. Torê, hişyarî da ku ji ber nexweş nikarin ji bo dermankirinê ji herêmê werin veguheztin, jiyana bi hezaran nexweşan di xetereyê de ye.