“Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” di roja xwe ya 6’emîn de ye

Meşa “Rêzgirtina ji îradeyê re” ku li Colemêrgê li dijî qeyûm hat destpêkirin, gihişt sînorê Elbakê. Di meşê de careke din hate gotin: “Qeyûm wê têk biçe, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê bi ser bikeve.”

Navenda Nûçeyan - “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” ku li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê hatibû destpêkirin di roja 6’emîn de ye. 350 kesên ku di nav wan de parlementer, hevşaredar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî hebûn, şeva xwe li Tesîsên Bêhnvedanê yên Rojhilat ên li navçeya Payîzava (Gurpinar) ya Wanê derbas kirin. Heyetê serê sibê saet di 07:00 de piştî taştê daxuyanî da.

‘Qeyûm wê têk biçin’

Parlamenterê berê yê HDP’ê Murat Çepnî li vir axivî û got: “Em li vir bi sedan kes in, lê dilê milyonan mirovan bi me re ye. Em li vir in ku daxwazên bi milyonan ên li dijî qeyûm û faşîzmê bînin ziman. Em berdevkên têkoşîneke mezin in. Desteserkirina qeyûm ji bo tunekirina îradeya gelê me hate pêşxistin. Ne gengaz e gelê ku rêxistinbûyî têk biçe. Li vir em bang li kesên ku bi vê desteserkirina li dijî îradeya gelê me hatiye pêşxistin, ji bo xwe beka peyda dikin; Qeyûm wê têk biçin, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê bi ser bikeve.”

Nûda Karker hat bîranîn

Meşvanên ku bi dirûşmeyan derketin rê, 5 kîlometre meşiyan û gihiştin sînorên Elbak (Başkale) ya Wanê. Meşvanan bi pêşengiya TJA’yê li cihê ji dayîkbûna endama YJA STAR’ê Nûda Karker (Nazan Bayram) bîranînek li dar xist. Di bîranîna ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir de Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu axivî û got: “Di têkoşîna me ya jinan de têkoşîneke demdirêj heye. Têkoşîna azadiyê ya digihije salan heye. Li van xakan bi pêşengiya jinan têkoşînek derket holê, li hemû qadên demokratîk û bi pêşengiya tevgera jinên Kurd belav bû. Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku di têkoşîna azadiya jinê de li hemû qadan belav bû weke nirxên me gav bi gav bi pêş ket. Îro bi saya van hevalên me têkoşîna azadiya jinê li Tirkiye, Kurdistan û hemû cîhanê belav bûye.”

‘Em ê destkeftiyên xwe biparêzin’

Ayten Kordu wiha dawî li axaftinên xwe anî:

“Van jinan weke pêşengên dînamîkên civakî rol lîstin. Em jî di vê têkoşînê de bi pêş ve diçin. Em jî meşa rê li dijî desteserkirina siyasî lidardixin. Jinan di van hemû qadan de îrade pêş xist. Têkoşîna azadiya jinê bi hemû qadên me yên jiyanê re azadî û bawerî anî. Têkoşîna azadiya jinê li ser axa me xwedî wateyek mezine. Em dizanin ku têkoşîna azadiya jinê li van qadan derketiye holê û bi saya jinên ku di têkoşîna azadiyê ya Tirkiye û Kurdistanê de cih girtine bi pêş ketiye. Weke jin em ê rêxistinbûna xwe hîn berfirehtir bikin. Îro li dijî qad û destkeftiyên jinan êrişên giran tên kirin. Desthilatdariya AKP û MHP’ê faşîzma xwe derxistiye asta herî jor. Weke kesên di têkoşîna azadiya jinê de cih digirin em ê li ser rêya xwe û di meşa xwe de heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin.”

Piştî daxuyaniyê meşvan 5 kîlometreyên din meşiyan û gihiştin Tesîsên Bêhnvedanê yên Ovayê.