Mêrên Helebê: Na ji tundiya li dijî jinê re êrê ji civaka azad e
Mêrên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajara Helebê ya bakur û rojhilatê Şamê, bi daxuyaniyekî hemû cureyên tundî û zextên li dijî jinên li seranserê cîhanê şermezar kirin û gotin ku azadiya jinan ji bo avakirina civakek demokratîk rêgaza bingehîn e.
Heleb – Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navnetewî, mêrên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên her du taxan daxuyaniyek dan û hemû cureyên tundî û zextên li dijî jinan şermezar kirin.
Daxuyanî bi zimanê erebî ji hêla hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Şiyar Silêman û bi kurdî ji hêla endamê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Ehmed Bîrhat ve li Çerxerêya Gulê Selmo hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bikaranîna tundiya li dijî jinê ji ber zayendperestiyê ye û ew diyardeyeke xwedî rihên dîrokî yên kûr e, di dirêjahiay demê serdeman de bi şêweyên cuda derketiye.
Mêran, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev diyarde ji ber têkelbûna girêk a di navbera hêmanên çandî, civakî, aborî û olî de ava bû û hişt ku rol di navbera mêr û jinan de were dabeşkirin û bêhevsengî çêbe.