Meclisa Zanîngeha Rojava: Zanîngeh dê bi hemû statûya xwe xebatê bidomîne
Li Qamişlo, xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li dijî biryara Wezareta Perwerdehiya Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Sûriyeyê di derbarê Zanîngeha Rojava de nîşan dan.
Qamişlo – Li dijî biryara Wezareta Perwerdehiya Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Sûriyeyê di derbarê Zanîngeha Rojava de, xwendekar û mamosteyên zanîngehê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li avahiya Zanîngeha Rojava ya taxa Hilêliyê hat dayîn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Mamoste Rojîn Oso daxuyanî li ser navê Meclisa Zanîngehê xwend.
Di daxuyaniyê de, Meclisa Zanîngeha Rojava diyar kir ku ji destpêkê ve piştgirê pêvajoya entegreyê bûye û ji bo amadekariyên pêwîst kar kiriye. Lê; belê, piştî nirxandina daxwaz û nêrînên xwendekaran, diyar bûye ku biryarên Wezareta Perwerdehiya Bilind bersiva daxwazên rewa yên wan nadin û rastiya akademîk, civakî û dîrokî ya herêmê di ber çavan de nagirin.
Xwendekar piştî 12’salan nikarin bi zimanê erebî bixwînin
Meclisê daxwaz kir ku taybetmendiya herêmê û kurdîbûna Zanîngeha Rojava bê parastin, zanîngeh di vê sala xwendinê de bi hemû statûya xwe bidome û tu beş neyê girtin. Her wiha bal kişand li ser zehmetiyên xwendekarên ku 12’ sal in bi zimanê kurdî dixwînin, di derbasbûna wan bo zanîngehên bi zimanê erebî de dikarin rû bi rû bimînin û rewşa aborî ya giran a xwendekar û malbatên wan.
Zanîngeh dê karên xwe yên îdarî û perwerdehiyê bêyî rawestandin bidomîne
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêvajoya hevyazbariyê wê bidome û encamên wê di demeke nêz de werin eşkerekirin. Her wiha zanîngeh dê karên xwe yên îdarî û perwerdehiyê bêyî rawestandin bidomîne, heta lihevhatineke ku mafên akademîk, neteweyî û çandî yên herêmê biparêze pêk were.
xwendekar û mamosteyan di van deh salên borî de kedeke mezin dane
Di dawiya daxuyaniyê de, Meclisa Zanîngeha Rojava tekez kir ku pêwîst e ev sala xwendinê ji bo diyalogeke avaker û akademîk li ser siberoja zanîngehê were veqetandin, bi armanca parastina maf û siberoja xwendekar û mamosteyên ku di van deh salên borî de kedeke mezin dane.