Meclîsa Jinên Sûriyeyê ji bo bihêzkirina jinên Sûriyeyê ye
Rêvebera Meclîsa Jinên Sûriyeyê li bajarê Qamişlo li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mona Yûsif diyar kir ku "Armanca me bihêzkirina jinên Sûriyeyê ya di cihên biryardayînê de ye."

ŞÊRÎN MUHEMED
Qamişlo- Meclîsa Jinên Sûriyeyê ji dema damezrandina xwe ve ji bo bihêzkirina jinên Sûriyeyê dixebite. Xebatên meclîsê beriya hilweşandina rêjîma Baasê sînordar bû. Tevî şert û mercên nebaş ên niha derbarê maf û azadiyan de, meclîs kar dike ku hebûna xwe li gelek bajarên Sûriyeyê xurt bike. Bi armanca hişyarkirina jinan û agahdarkirina wan a ji bo mafên wan, dixebite.
Rêvebera Meclîsa Jinên Sûriyeyê li bajarê Qamişlo li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mona Yûsif, derbarê zêdebûna çalakiyên Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya piştî rûxandina rêjîmê û pêwîstiya vê yekê ya di vê qonaxa krîtîk a ku welat tê re derbas dibe de, axivî. Mona Yûsif diyar kir ku ji bo bidestxistina mafên jinan a di destûra nû de, hewcedarî bi kar û xebatê heye.
'Hedefa meclîsê bihêzkirina jinên Sûriyeyê ye'
Mona Yûsif dest nîşan kir ku, ji destpêka damezrandina Meclîsa Jinên Sûriyeyê ve, armanc û daxwazên wan, bihêzkirina jinê ya di hemû aliyan de ye. Mona destnîşan kir ku dixwazin rêz û nêrînên jinan li hemû erdnîgariyên Sûriyeyê bikin yek û wiha got: "Em ji vê qonaxê re amade bûn, loma ji bo pêşxistin û perwerdekirina jinan, ji bo pêşwazîkirina vê qonaxa ku Sûriye tê re derbas dibe, me gelek xebat kir. Meclîs yek ji berhemên şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber kêşe û azarên ku jinan di nava aloziya Sûriyeyê de dît, ev meclîs hat avakirin. Armanca me ew e ku em xwe bigihînin hemû jinên Sûriyeyê. Em hewl didin rêxistin û tecrûbeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji jinên Sûriyeyê û cîhanê re nîşan bidin."
‘Meclîsê bi şertên dijwar destkeftî dîtin’
Mona Yûsif tekez kir ku bi riya nûnerên xwe bi jinên ji herêmên Sûriyeyê re di nava têkiliyan de bûne. Mona Yûsif got ku bi riya lidarxistina yekemîn kongreya damezrandina meclîsê ya li kantona Minbicê, bi beşdariya 200 jinan karîbûne hin gavan bavêjin û wiha berdewam kir: “Her wiha kongreya me ya duyem jî li bajarê Helebê hat lidarxistin ku jin ji herêmên Tertûs, Idlib, Laziqiyê, Şam û ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Tevî ku di nav şert û mercên dijwar de kongra hat lidarxisitn jî, encamên serkeftî bidest xist. Bi armanca yekbûna enerjî û şiyanên jinên Sûriyeyê piştî rûxandina rêjîmê, me karê xwe xurtir kir. Ji ber ku ev qonax pir girîng e ji bo misogerkirina mafên me di destûra nû de û karkirina di navendên biryardayînê de."
'Xebatên meclîsê li seranserî Sûriyeyê dimeşînin'
Derbarê kar û xebatên wan ên ji bo îsbatkirina rolên xwe ya di cîhên biryardayînê de Mona Yûsif da zanîn ku navendek xwe li Şamê ava kirine û ev agahî dan: “Her wiha zêdetirî 5 panêlên diyalogî, civîn û çalakî li paytextê li darxistin. Ev çalakî serkeftî û girîng bûn, di nav wan de gotûbêjên li ser destûrê, qonaxa ku Sûriye têre derbas dibe û gavên girîng ku em wek meclîs divê bavêjin, hatin kirin. Di heman demê de me semîner li bajarên Sûweyda û Lazqiyê rûxmî şertên ku herêmên peravê tê re derbas dibin, lidar xistin. Em hewl didin ku çalakiyên xwe li wan herêman dijwartir bikin û mafên jinan ên hiqûqî û siyasî bi wan bidin nasîn. Karê me niha li bajarên ku di bin desthilata rejîma berê de bûn, fermî bûye. Bi van geşedanan meclîsê karîbû li herêmên Efrîn, Idlib û Ezazê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin li dar bixe û astengiyan derbas bike."
'Em hewl didin jinan tevlî têkoşîn û xebatê bikin'
Di dawiya gotinên xwe de Mona Yûsif behsa armanc û hewldanên xwe kir û wiha got: "Em hewl didin hejmareke zêde ya jinan ji hemû herêmên Sûriyeyê tevlî xebatên meclîsê bikin. Di pêvajoya ku Sûriyeya nû tê re derbas dibe de ev pêngav pir girîng tên dîtin. Her wiha em bi hemû hêza xwe hewl didin hemû jinên Sûriyeyê tevlî têkoşîn û xebatê bikin da ku ev yek bibe pêngava herî girîng di rêya azadiya jinên Sûriyeyê de. Em her tiştê ku rola jinê kêm dike û ji qadên jiyanê dûr dixe, red dikin. Em hewl didin ku rola sereke ya jinê vegerînin ji bo bidestxistina Sûriyeke layîq têkoşîna jinên Sûriyeyê."