Rohat Xelîl : Desteya Jinan a Cizîrê bi fermî entegreyî desteya Malbat û Nifûsê bû

Seroka Desteya Jinan a kantona Cizîrê Rohat Xelîl diyar kir ku Desteya Jinan a Cizîrê fermî, entegreyî Desteya Malbat û Nifûsê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bûye û got ku Desteya Jinan a Cizîrê dê xebatên xwe bidomîne.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Desteya Jinan a Herêma Cizîrê di 21’ê Çileya 2014’an de bi ragihandina Rêveberiya Xweser a demokratîk hat avakirin. Armanca sereke ya avakirina desteyê, parastina mafên jinan, têkoşîna li dijî tundiyê, pêşxistina rola jinan di warên civakî, aborî, çandî û hiqûqî de bû.

Di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê de Desteya Jinan a Cizîrê bi pergala Desteya Malbat û Nifûsê ya Wezareta Karûbarên Civakî re hat entegrekirin. Di çarçoveya pêkanîna Peymana 29’ê Çileyê ya têkildarî entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî de, di 14 û 15’ê Tîrmeha 2026’an de di navbera Desteya Jinan a Cizîrê û Desteya Malbat û Nifûsê ya Wezareta Karûbarên Civakî ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de rêzecivîn hatin lidarxistin. Piştî civînên di navbera herdu aliyan de hat ragihandin ku Desteya Jinan a Cizîrê bi pergala Desteya Malbat û Nifûsê re hatiye entegrekirin.

Nûçegihana me ji bo ku balê bikşîne ser vê yekê û bi taybetî jî têkildarî pêşveçûna entegrasyona Desteya Jinan bi Desteya Malbat û Nifûsê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re, bi Seroka Desteya Jin a Kantona Cizîrê Rohat Xelîl re hevpeyvînek taybet çêkir.

*Armanca entegrasyona Desteya Jinan bi Desteya Malbat û Nifûsê re çi ye? Her wiha piştî vê pêvajoyê dê di xebata desteyê de çi guhertin çêbibin? Tenê pêvajoya entegreyê ji bo parastina destkeftiyên jinan têr dike?

Ji bo pêkanîna Peymana 29’ê Çileyê ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta demkî ya Şamê de hat îmzekirin; pêvajoya entegrasyonê hat destpêkirin. Hemû saziyên Rêveberiya Xweser di vê pêvajoyê de cih digrin. Ji ber vê yekê nivîsgeh û navendên Desteya Jinan a Cizîrê dê xebatên xwe berdewam bikin.

Her wiha tu sazî yan proje nayê rawestandin lê dê di nava pergaleke îdarî de hinek guhertin bên çêkirin. Ji ber ku di nava tu pergaleke dewletê de, di pergala hikûmeta demkî de jî desteyeke taybet a jinan tune ye û li şûna wê Desteya Malbat û Nifûsê heye, hinek sazî û ofîs dê li gorî pergala nû bi vê desteyê ve werin girêdan.

Desteya Jinan ku bi salan e xebat dide meşandin, bi taybet li ser parastin û pêşxistina jinan, piştgiriya wan di warên siyasî, leşkerî û aborî de her wiha bi şopandina rewşa jinan di nava saziyên Rêveberiya Xweser de karê xwe dikir. Digel vê yekê, ofîsên girêdayî desteyê jî xebatên xwe dikirin. Di Desteya Malbat û Nifûsê de jî mijara jinan beşek ji karê wê ye û em ê ji bo ku di van mijaran de paşveçûn çênebe karê xwe bidomînin.

Ji bo ku em mafên jinan biparêzin, pêdivî bi domandina rêxistinbûna jinan li hemû parêzgehên Sûriyeyê heye. Her wiha divê zagonên ku di dema şoreşê de hatine sepandin û amadekirin, di nav de Zagona Malbatê jî heye divê bên parastin. Parastina van destkeftiyan jî bi domandina têkoşînê pêkan e.

Hûn der barê sîstema hevserokatiyê û temsîla jinan de çi dibêjin? Projeyên jinan çi ne û navendên parastinê piştî vê pêvajoyê dê çawa xebatên xwe bidomînin? Endamên ku di desteyê de xebat didan meşandin çawa hatin entegrekirin?

Sîstema hevserokatiyê yek ji girîngtirîn destkeftiyên Şoreşa Rojava ye. Her wiha cihê jinan di mekanîzmayên biryardayînê de bi hêz kir. Ji bo vê jî hikûmeta demkî vê sîstemê qebûl nake lê em ê ji bo parastina mafên jinan di Destûra Sûriyeyê ya nû de kar bikin û hewl bidin beşdariya jinan di navendên biryardayînê de hêdî hêdî li seranserê Sûriyeyê were xurtkirin.

Rast e, tevahî projeyên me berdewam dikin. Du proje girêdayî Desteya Jinan hene her wiha sê navendên parastina jinan hene ku xizmetên parastin, perwerde û rêxistinbûnê dikin. Di awayê xebata van navendan de tu guhertin çênabe.

Ji bo ku em vê xalê jî zelal bikin, beriya pêvajoya entegrastonê di nava Desteya Jinan a Cizîrê de 390 endamên jin cihê xwe digirtin. Piştî entegrasyonê bi Desteya Malbat û Nifûsê ya Şamê re jî wê tevahî endamên me cihê xwe di nava xebatê de bigrin. Lê hinek endam wê bi desteyên cuda ve werin girêdan.

*Em dixwazin hûn behsa mekanîzmeya rêveçûna kar û xebatên girêdayî pêvajoya entegrasyonê bikin. Gelo hûn rastî kîjan pirsgirêkan tên? Her wiha ji bo pêşeroja jinan hûn çi armanc dikin?

Heta niha du civîn hatine lidarxistin û em rastî tu zehmetiyan nehatine. Niha kar li ser aliyên îdarî û zagonî tên meşandin û komîteyek jî tê avakirin da ku erkên endamên di desteyê de kar dikirin li gorî pergala nû werin bicihkirin.

Her wiha Hinek mijarên bingehîn hene ku tenê bi entegrasyona Desteya Jinan bi Desteya Malbat û Nifûsê, nayên çareserkirin. Wekî sîstema hevserokatiyê, Zagona Malbatê, parastina rêjeya ji sedî 50 ya temsîla jinan di cihên biryardayînê de û mijarên din ên mafên jinan.

Ji bo ku ev xal jî bê zelalkirin, di navbera sîstema Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî de cûdahiyeke mezin heye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di 15 salên dawî de di hemû qadên jiyanê de roleke pêşeng lîstin. Mixabin heya niha nûnertiya jinan di nava pergala nû ya Sûriyeyê de ku bi hkûmeta demkî tê nasîn, gelek kêm e. Di nava 22 wezaretan de tenê wezîreke jin heye. Ji ber vê yekê, parastina van destkeftiyan bi rêxistinbûn û têkoşîna jinan ve girêdayî ye.

*Peyama we ya dawî  ji bo jinan çi ye?

Ez bang li hemû jinan dikim ku yekîtiya xwe biparêzin, rêxistinbûna xwe xurt bikin û bi xwe bawer bin. Parastina destkeftiyên ku di salên şoreşê de hatine bidestxistin berpirsiyariya me hemûyan e.