Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Hûn nikarin rastiyê bêdeng bikin
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê tekîldarî qetilkirina rojnameger Nazin Daştan û Cîhan Bîlgîn daxuyanî da û got: “Em êrîşên li dijî çapemeniya azad şermezar dikin. Hûn nikarin rastiyê bêdeng bikin.”
Enqere – Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) li ser hesabê medyaya dijîtal X’ê tekîldarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê balafirên bê mirov ya dewleta Tirk ve hatin qetilkirin daxuyanî da.
‘Divê tavîlî dewleta Tirk sûcê ku dike dev jê berde’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijminatiya li dijî jinan û Kurdan e û wiha hate gotin:
“Xebatkarên çapemeniya azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema ku ji bo bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi raya giştî re ragihînin weke rojnameger dixebitin, di êrîşên SÎHA’yê de hatin qetilkirin. Em li dijî van sucên li dijî mirovahiyê tê kirin bang li hemû aliyên hişyar dikin ku dengê xwe bilind bikin. Divê hikûmet û rayedarên AKP’ê tavilî der barê mijarê de daxuyaniyekê bidin û dawî li van sûcan bînin. Em êrîşên li dijî ragihandina azad şermezar dikin. Hûn nikarin rastiyan bêdeng bikin.”