Li Suriyeyê ji ber bermahiyên şer 23 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan

Mayînên li bejayiyê, bombeyên komî û teqemeniyên neteqiyayî yên ku ji ber şerê li Sûriyeyê mane, hê jî li Sûriyeyê dibin sedema mirina sivîlan.

Navenda Nûçeyan – Li Sûriyeyê, tenê di meha Gulanê de 23 sivîl ji ber mayînan, bombeyên komî û teqemeniyên neteqiyayî jiyana xwe ji dest dan. Hate diyarkirin ku ji kesên mirine 14 jê zarok bûn.

Li gorî daneyên ku ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ve hatine weşandin, di meha Gulanê de 23 sivîlan ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane. Di navbera kesên ku hatine kuştin de 14 zarok hene.

Her wiha, 45 kes birîndar bûne di navbera wan de 24 zarok û 3 jin hene.

Zarok cotkar û şivan dibin hedef

Dane eşkere dikin ku xetere li gelek herêman, bi taybetî li Idlib, Deraa, Dêra Zorê, Reqa, Heleb û Hemayê, berdewam dike.

Piraniya kesên ku di bûyerên tomarbûyî de hatine kuştin an birîndar bûne zarok, karkerên çandiniyê, şivan û berhevkarên bermahiyan in.

Pispor destnîşan dikin ku mayîn û teqemeniyên ji şer mane, bi taybetî li deverên gundewar, zêde ne.

'Sûriye yek ji herêmên herî qirêj e’

Li gorî nirxandinên rêxistinên navneteweyî, Sûriye di navbera welatên cîhanê yên herî zêde bi mayîn û bermahiyên şer qirêj bûne de ye.

Rêxistinên mafên mirovan û alîkariya mirovî hişyar dikin ku heya bernameyên paqijkirina qirêjiyê yên neteweyî û navneteweyî yên berfireh neyên destpêkirin, bermahiyên şer dê bi dehan salan ji bo sivîlan gefê çêbikin.