Meclîsa Îştar cezayên darvekirinê ya li dijî jinan şermezar kir
Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê, bi daxuyaniyekî bertek nîşanî biryara darvekirinê ya li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî da û li dijî feraseta qirker ê baviksalar banga mezinkirina têkoşînê kir.
Mexmûr- Rêjima Îranê di 23’ê Tîrmehê de li parêzvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û di 4'ê Tirmehê de jî li Şerîfe Muhammedî cezayê darvekirinê birî.
Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî bertek nişanî cezayên darvekirinê yên li aktîvîstên jin hatî birîn da. Daxuyanî bi tevlîbûna jinan li saziya Malbatên Şehîdan hate dayîn. Beriya daxuyaniyê ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Piştî rêzgirtinê, daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Meclîsa Îştar Yasemîn Îşlek ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
"Komara Îranê ku sembola desthilatdariye zilamsalar ya 5 hezar saliye di her alî de li ser hebûn, rih, beden û taybet il çanda jinê tehekuma xwe daye avakirin. Çi di pêvajoya dewletbûn çi di pêvajoya Komara Îslamî de ev dijminatiya xwe ya li hemberî jinê hertim berdewam kiriye. Her roja ku diçe vê yekê bi rê û rêbazên cudatir ên weke sedar, îşkence, tecrîd û rewakirina destdirêjiyê kurtir dike.
'Di sedsale 21'emîn de jin û civak di bin pencên qirkirine siyasî û çandî de ne'
Pergala desthilatdar ku bi aqlê zilamê serdest hatî avakirin di Rojhilata Navîn de gava bi olan re bû yek, hemû nîşaneyên guneh û derexlaqî bi jinê pênasekirin. Ji ber vêya ji tayê porê jinê bigre heya dengê wê weke sembolên ji rêderxistin û gunehê ku pêwiste bi mirinê werin pêşwazîkirin û fetwa jêre hate derxistin. Nêzikatiya xwe ya bêexlaqî ya li beramberi jinê bi navê 'Polisên Exlaq" bi sazi kirin û di asta qanunî de rewatî pê dan gezençkirin. Minaka vê ya şênber ku tevahiya cîhanê şahidî jêre kirî, bi egera tayê porê wê dixwiyê û di asta bêkuştin de lêdan heqkiriye di kolanê de ji aliyê polisên bê exlaq ve Jîna Emînî hate qetil kirin.
Di sedsale 21'an de ku em têde jiyan dikin, jin û civak di bin pencên qirkirine siyasî û çandî de ye, li hemû deverên cîhanê bi kêm zêde bi heman politikayê re rû bi rû ye. Ev polîtîka li Îranê bi awayek hîn xedartî tê birêvebirin, mehrkirina bi seetan bigre heya bi darê zorê dana zewicandin, ji pir jinî bigre heya di xebatên civakî de sinordarkirina tevlibûna jinê weke pêkanînên rojane û ji rêzê tên jiyankirin.
'Di zindanên komara sedarê de bi sedan jinên şoreşger dil tên girtin'
Ev kiryarên Komara Îranê li hemberî jinên Şoreşger, taybet Tevgera Azadiya Kurdistanê di asteke hin jortir de tê bikaranîn û bi kiryarên tundtir serdeçûyin çêdibe. Niha di zindanên vê komara sedarê de bi sedan jinên hunermend, rewşenbîr û şoreşger dil tên girtin, ji qedexeya hevdîtina bi malbatan bigre, heya birina bajarên dûr, pêkanînên îşkenceyên fîzîkî, derûnî û cinsî li ser van girtiyan didin pêkanîn. Ji Zeynep Celaliyan bigre heya Zara, ji Werîşe Muradî jinên aktîvîst û şoreşgerin, bi metirsiys sêdar dayînê re rû bi rû ne. Herî dawî di Tirmeha 2024'an de ji bo aktîvîsta jinan Şerîfe Muhammedî û parêzvana mafên mirovan Pexşan Ezîzî cezayê sêdarê hat erêkirin.
Li hemberî desthilatdar û dijminahiya Komara Îranê ya beramberî jinan sekna serhildana "Jin Jiyan Azadi" ku jin, ciwan û civak girti nav xwe, pêwîste bibe şêweyê jiyana gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bibe şêweyê jiyana hemû jin û gelên bindest û bikaribin dawî li dîkdatoriya Îran di kesayeta wê de ji dawî li desthilata zilamê serdest ya cihanî bine. Jin û jiyana mirovahiyê li heqiqet û cewhere xwe vegere.
'Em ê heta konfedralîzma jin avabikin têkoşîna xwe bidomînin'
Weke jinên Kurd ên li wargeha Mexmûrê jiyan dikin 30 salin em tekoşîna netew û zayend didin, bi xwe rêxistinkirin, tekoşîna xwe giştîkirin û xeta rizgariya jin jiyanî kirinê em dikarin xwe li hemberî êrîşên dewlet û mêrê serdest heya astekê biparêzin. Ji bo vê jî her jinekî li kudera cîhanê dibe bila bibe hemû kiryar û nêzikatiyên li beramberî wan tên kirin, nêzikatiya ev kiryar hemû polîtîkin nêzîk dibin û li hemberî xwe hatî kirin dihesibînin. Ji bo vê jî tekoşîna me ya rizgariya jin cîhanî ye û em heya konfedralîzma jin avakirin em ê vê xebata xwe bidomînin.
'Em ê li dijî desthilatdariya mêr tekoşîna rizgariya jin bi serkeftinê tacidar bikin'
Em ê jin bibin welatê jinê û li hemberî hemû hêzên desthilatdar tekoşîna hevpar ya jinan bikin xeta meşa xwe ya jiyanê. Em bang li Komara Sêdarê dikin ku demil dest dest ji van kiryarên xwe yên der mirovane berdin, biryara di derbarê hevalên me Şerîfe û Pexşan de paşde bikşîne, dest ji politikaya xwe ya dijminan ne ya li hemberî jinê berde.
Li ser vî bingehî em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku ji bo xilasiya xweza, jiyan û mirovahiyê dibin paradigmaya civak a demokratik, ekolojik û azadîxwaziya jinê de kom bibin û li hemberî desthilatdariya merê serdest tekoşîna rizgariya jin bi serkeftinê tacidar bikin."
Daxuyanî bi dûrişmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ dawî bû.