Margarita Robles: Li Xezayê qirkirin heye

Wezîra Parastinê ya Spanyayê Margarita Robles diyarkir ku ew tiştên li Zîvala Xezayê tê jiyankirin ji nedîtî ve nayên û got: “Tiştên li Xezayê tê jiyîn qirkirinek rast e.”

Navenda Nûçeyan – Wezîra Parastinê ya Spanyayê Margarita Robles di merasîma roja derbasbûna hêzên bi çek ya Spanyayê ku li Oviedo hat lidarxistin de axivî û got: “Tiştên li Zîvala Xezayê tê jiyankirin em ji nedîtîve nayên. Tiştên li Xezayê tê jiyîn qirkirinek rast e.”

‘Ev biryar ne li dijî tu kesê ye’

Margarita Robles bal lê kişand ku Filistînê naskirina Madrîdê gavek li dijî Îsraîlê nîne û da zanîn ku ev gav ji bo bidawîbûna tûndiya li Xezayê hatiye avêtin. Margarita Robles got: “Ev biryar ne li dijî tu kesê ye. Ne li dijî dewleta Îsraîlê ye. Ev biryar ne li dijî Îsraîliyan e ku em li hemberî wan rêzdar in.”

Spanya tevî Îrlanda û Norveçê di 28’ê Gulanê de ragihandibû ku ewê dewleta Filistinê nas bikin. Ev yek bûbû sedemê berteka hişk a Îsraîlê. Rêveberiya Tel Avîvê îdîa kiribû ku ev gav ‘ji bo terorîzmê tê wateya xelatê’ û banî balyozxaneyên xwe yên li her sê paytextan kiribû.