JINNEWS: Di Hezîranê de 29 jin hatin qetilkirin 14 mirin bi guman in
Li gorî daneyên tundiyê yên ajansa JINNEWS’ê, di meha Hezîranê de 29 jin hatine qetilkirin, 14 jin û 2 zarok jî bi guman mirine.
Navenda Nûçeyan – Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, tundiya mêran her diçe zêde dibe. Hema hema her roj jinek tê qetilkirin û bûyerên tundiyê yên ku nakevin ber qeydan jî nezelaliya xwe diparêze. Li gorî daneyên ku ajansa JINNEWS’ê ji nûçeyên di medyayê de hatine dîtin berhev kiriye, di meha Hezîranê de 29 jin hatine qetilkirin 14 jin û 2 zarok jî bi awayek bi guman mirine.
Kiryar herî zêde yên li nêzî wan in
3 jin ji aliyê mêrên pê re di asta hevberdanê de, 2 jin ji aliyê kurê xwe ve, 9 jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî, jinek ji aliyê cîranê xwe ve, jinek ji aliyê birayê xwe ve, jinek ji aliyê mêrê ku berê pê re heval bû, 3 jin ji aliyê mêrên nasnameya wan nehatiye eşkerekirin ve, 2 jin ji aliyê mêrên jê veqetiyane, 2 jin ji aliyê xizmên xwe ve, jinek ji aliyê nasê xwe ve, jinek ji aliyê mêrê ku dixwest jê veqete, jinek ji aliyê destgirtiyê xwe ve û 2 jin ji aliyê bavê xwe ve hatin qetilkirin.
Li gorî bajaran
Li Xarpetê 1, li Bursayê 3, li Konyayê 2, li Rihayê 2, li Denizliyê 1, li Gumuşhaneyê 1, li Muglayê 1, li Aydinê 1, li Îzmîrê 1, li Manîsayê 2, li Colemêrgê 3, li Antalyayê 1, li Mêrdînê 1, li Meletiyê 3, li Stenbolê 1, li Hatayê 1, li Enqereyê 1, li Orduyê 1, li Erzînganê 1, li Dîlokê jinek hat qetilkirin.