Mamosteyên Şengalî ji bo parastina ziman bang kirin

Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzîdxanê bi daxuyaniyekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bang li her kesî kir ku bi zimanê xwe bixwînin û binvîsin.

Şengal – Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzîdxanê bi daxuyaniyekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

Daxuyanî li dibistana Sor ya navenda Şengalê ji aliyê Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzîdxanê ve hat dayîn. Di heman demê karnameyên mamosteyên ku ev 3 mehin perwerdeya ziman didîtin hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Saziya Ziman û Perwerdê ya Êzîdxanê Xalîde Şengalî ve hate xwendin. Xalîde da zanîn ku mafekî rewa yê her civakê heye ku bi zimanê xwe baxive û bixwîne.

‘Pêwîste her kes bi zimanê xwe biaxive’

Berdevka Saziya Ziman û Perwerdê ya Êzîdxanê Xalîde Şengalî daxuyanî xwend û roja ziman li her kesî pîroz kir û bal kişand ser giringiya zimanê dayikê: “Ziman rûmeta mirovahiyê ye. Ziman destpêka afrandina civak û mirovahiyê ye. hebûna mirovahiyê xwe din ava çend sitûnên sereke de şîn dike. Yek ji wan sitûna jî ziman e. Ji ber ku ziman perwerdeyeke rewa ye. Lê di roja me ya îroj de zarokên me ji zimanê xwe bê maf mane. Ziman hestan di nava mirovan de dide ava kirin. Xwebûn bi hestên çandî û ziman tê parastin. Ji ber ku ziman di nava mirovan de xwediyê girngiyekî dîrokî ye. Dema ku civak bi zimanê xwe ne axive ji her tiştî tên mehrûm kirin. Ger ku zarok bi zimanê dayika xwe bê perwerde kirin wê çand, bawerî û dîroka xwe nas dike.”

‘Emê zarokên xwe bi çand û baweriya xwe mezin bikin’

Xalîde Şengalî Berdevka Saziya Ziman û Perwerdê ya Êzîdxanê bang li wîzareta perwerdê ya Iraqê jî kir ku zimanê wan fermî nas bikin ji ber ku mafekî rewa yê her civakê heye ku bi zimanê xwe baxive û wiha got: “Em bi navê saziya perwerdê vê rojê li Rêber Apo û li hemû mirovahiyê pîroz dikin. Bang li civaka xwe dikin ku zarokên xwe bi zimanê xwe bidin perwerde kirin da ku çand û baweriya me neyê jibîr kirin. Em weke mamoste û rewşenbîrên Şengalê bangî wîzareta perwerdê ya Iraqê dikin ku zimanê me nas bikin. Ji bo ku em bikaribin zarokên xwe bi zimanê xwe perwerde bikin. Mufredatê me nas bikin. Ji ber ku ev bû 10 sal em zarokên xwe di nava şertên herî zehmet de perwerde dikin. Heya niha Iraq mufredatê me nas nekiriye. Em weke her civakekê xwesteka me ewe ku em zarokên xwe bi çand û ola xwe mezin bikin, ji ber ku ew mafekî rewa ye. Careke din em vê rojê li civaka xwe û hemû mirovahiyê pîroz dikin û dibêjin bi zimanê xwe bixwîne û binvîse.”