Mamosteya ji Silêmanî: Divê ji bo guhertina pergalê em xwe birêxistin bikin

Mamoste û aktîvîst Şîne Elî Xeyat a ji Başûrê Kurdistanê bal kişand ser nedayîna mûçeyan û wiha got: "Nedayîna mûçeyan du qat zêdetir bandorê li jinan dike. Pêwîste em wek jin û ciwanan ji bo guherîna pergalî xwe birêxistin bikin û têbikoşin."

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Li Herêma Kurdistanê qeyrana mûçeyên karmendên bi mehan e didome. Ev qeyran, ji ber nakokiyên domdar ên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de ya ji ber rêveberiya petrolê û bicîhanîna bendên budçeyê, pêktê. Ji sala 2013’an vir ve Herêma Kurdistanê bi qeyranekî aborî ya cidî re rû bi rû ma. Ev rewş, rasterast  bandor li jiyana aborî ya gelê herêmê kir. Beşek zêde ya ciwanan neçar man koçî derveyî welat bikin û gelek kes welatên xwe terikandin.

Li gorî daneyên Herêma Kurdistanê, hêza kar a jinan tenê ji sedî 14 e. Ev yek jî nîşan dide ku jin di aliyê dîtina kar û domandina jiyana xwe de rastî astengiyên cidî tên. Ev qeyranên aborî û nedayîna mûçeyan, dibe sedema hilweşîna malbatan, zêdebûna zexta derûnî. Ev qeyran, bi taybetî jinan bêkar û bêmûçe hişt. Jinan him ji domandina jiyana zarokên xwe û him jî dabînkirina pêdiviyên xwe du qat zêdetir zehmetî dijîn. Bêdengiya jinan, rewşa aborî ya jinan zêdetir xirabtir dike.”

Herî zêde jin zirar dibînin

Mamoste û aktîvîst Şîne Alî Xeyat, diyar kir di 11 salên dawî de bi awayekî rêkûpêk nedayîna mûçeyên karmendan, bandorên kûr li civakê dike û wiha axivî: “Li her welatî sedemên siyasî, qeyranên aborî û pevçûnan dibe ku bibe sedema derengdayîna mûçeyan. Mînak, di salên borî de ji ber şewba Covid-19 û şerê li dijî terora DAIŞ’ê li Iraqê bû sedema derengdayîna mûçeyan. Lê dema li welatên din ev bûyer tên jiyîn, ji karmendan berê mûçe tê dayîn û piştgirî tê dayîn. Îsal gelek welatan rûxmê ku bi şer re rû bi rû man jî, mûçeyên karmendan di dema xwe de tê dayîn.”

Şîne Alî Xeyat, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li Herêma Kurdistanê rewş cuda ye. Dema li hin herêmên Iraqê mamosteyan, bi hevpîşeyên xwe yên Kurd re li kêleka hev karên xwe dikin, mûçeya mamosteyên Iraqîbirêkûpêk tên dayîn û mamosteyên Kurd jî nikarin mûçeyên xwe bigrin. Em li ser axa xwe dijîn, lê em bi koçberên ku ji hin deverên Iraqê tên re, nexwedî heman mafan in. Niha Herêma Kurdistanê bi qeyranek aborî ya cidî, şer û şewbê re rû bi rû ye. Mûçeyên karmendan, bi mehan dereng dimîne.”

‘Em niha bi destê rêveberiyên xwe mexdûr dibin’

Şîne Alî Xeyat a got, “Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê, karmendan mîna kozek bikar tîne” wiha domand: “Hin rayedarên Herêma Kurdistanê dibêjin, ‘Me ji bo mûçeyan têkoşîn neda.’ Lê em ji bo hilweşandina rejîmek û li welata xwe bi awayekî azad bijîn têkoşiyan. Em niha jî bi destê rêveberiyên xwe yên Kurd mexdûr dibin. Dema welatên cîran êrîşê Kurdan dikin, rêveberiyên Kurdistanê hewil didin desthilatdariya xwe biparêzin. Ciwan berê didin welatên biyanî, hinek di sektorên taybet de bi mûçeyên kêm dixebitin. Ev yek di sedem ku bi awayekî derûnî hîn zêdetir rastî zextan werin.”

‘Jin zêdetir bi zehmetiyên jiyanê re rû bi rû dimînin’

Şîne Alî Xeyat, diyar kir ku ji sedî 50 dahata Herêma Kurdistanê ji dahatên petrol, ji deriyên sînor û dahata navxweyî tê û axaftina xwe wiha domand: “Li gorî çarçoveya qanûnî divê ev dahat ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bê dayîn. Zêdetirî 11 sal in, hemwelatiyên Kurdistanî bi awayekî pergalî tên xizanî kirin. Her ferdeki Kurd ji aliyê derûnî ve tê hilweşandin. Nedayîna mûçeyan, dibe sedema pirsgirêkên tenduristî jî. Her wiha dibe sedema qeyrana aborî, belavbûna malbatan, zêdebûna rêjeya sûcan û ji ber pirsgirêka debarê bûyerên civakî yên neyînî yên mîna dizî û cînayet zêde dibe. Bi gelemperî hemû hevsengiyên civakê xira dibe.”

Şîne Alî Xeyat, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku jin zêdetir bi zehmetiyên jiyanê re rû bi rû dimînin û got: “Barê xwedîkirina zarokan û debara jiyana dikeve ser milê jinan. Nedayîna mûçeyan, sînordarbûna qadên kar û kêmbûna derfetên aborî, li ser jinan bandorên derûnî yên cidî dihêle. Jin neçar dimînin ji ber dabînkirina debara jiyana xwe li derve bixebitin, lê newergirtina mûçeyan wan jiyana wan zêdetir dijwartir dike. Ev rewş bandorek cidî li ser tenduristiya derûnî ya jinan dike û ev trawma derbasî zarokan jî dibe. Dayik nikarin pêdiviyên zarokên xwe pêkbînin. Nedayîna mûçeyan, bandor li perwerdehiya zarokan jî dike.”

‘Yekîtiya Kurdan wê ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyek bikok bîne’

Şîne Alî Xeyat, wek karmend mafên xwe û mafên hemû karmendên herêmê diparêze û wiha dibêje: “Daxwaza karmendan ew e ku her meh mûçeyên wan bê dayîn. Bi awayekî rêkûpêk dayîna mûçeyan, wê bide sedem ku em erka xwe bihêsanî bicîhbînin. Nedayîna mûçeyan a dewletê, divê li ser hikûmet û aliyên peywendîdar veguhere zextek. Li gorî daxuyaniyên rayedaran, dahatên navxweyî kêm e û dahatên gumrikê têra mûçeyan nake. Di vê rewşê de, ger hikûmeta Herêma Kurdistanê nikaribe mûçeyên karmendan bide, pêwîste dahatên herêmê radestî hikûmeta Iraqê bê kirin.”

‘Ji bo guherîna pergalî divê em xwe birêxistin bikin û têbikoşin’

Mamoste û aktîvîst Şîne Elî Xeyat, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev hawirdora siyasî ciwanan bêhêvî kir. Lê em dizanin ku ciwan bingeha civakê pêktînin. Her serhildanek gel, bi pêşengtiya ciwanan dest pê kiriye. Lê êdî ciwan neçar dimînin koçber bibin û zarokên xwe datînin çolê. Îro her kes, li hemberê malbata xwe berpirsiyar e. Ciwanan, di bin zexta hikûmetê de nikarin projeyên xwe yên tîcara jî pêkbînin. Çûna ciwanan a welatên biyanî, ji nû ve avakirina welat jî dijwartir dike. Lewma, divê hemû kes ji bo hilweşandina vê desthilatdariyê, destê xwe bixe bin kevîr. Pêwîste mijara mûçeyan bi domdarî di rojeva medya û civakê de be û daxwaza mûçeyan wek erk bê dîtin. Pêwîste hemû hemwelatî û bi taybetî jî jin, ji bo guherîna hikûmetê bi hev re tevbigerin. Pêwîste em wek gelê Kurd ji bo guherîna pergalî xwe birêxistin bikin û têbikoşin."