Malbata Şenyaşar li meclisê hat astengkirin

Emîne Şenyaşar a ku çalakiya xwe ya ‘edaletê’ li ber Meclisê didomîne, ketina wê ya avahiya Koma DEM Partiyê hat astengkirin.

Navenda Nûçeyan- Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurekî wê hat girtin, di roja 29’an de çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê domand.

Emîne Şenyaşar û kurê wê yê parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, der barê çalakiya xwe de li meclisê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Malbata Şenyaşar piştre xwestin derbasî avahiya Koma DEM Partiyê bibin, polîsên li meclisê erkdar, li pêşiya derbasbûna wan bûn asteng. Polîsan gotin ku der barê astengkirina ketina Emîne Şenyaşar de biryar hatiye girtin. Polîsan negotin ferman ji kê girtine.

Fermanên kêfî tên dayîn

Emîne Şenyaşar bi rûniştinê bertek nîşan da, Ferît Şenyaşar jî wiha got: “Ez parlamenter im, ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin, ez ê derbasî koma xwe bibim lê belê em hatin astengkirin. Li vê derê fermanên kêfî tên dayîn. Nabêjin ka ji kê ferman girtine. Ev fermana ku hatiye dayîn li dijî zagonan e. Bila hemû Tirkiye û cîhan bibîne li vê derê çi diqewime.”

Malbata Şenyaşar li cihê ku hat astengkirin bi çalakiya rûniştinê çalakiya xwe domand.