Malala Yusufzay: Talîban jinan wek mirovan nahesibîne

Xwediya xelata Nobelê Malala Yusufzay got: “Li Efganistanê pêşeroja nifşên zarokên keç bi temamî wê ji destê wan were derxistin.” Û banga piştevaniya bi jinan re kir.

Navenda Nûçeyan- Li paytexta Pakistan Îslamabad’ê bi sernavê ‘Li welatên Misilman perwerdeya zarokên keç’ konfaransek navnetewî hate li darxistin.   

Di konferansa ku ji aliyê Teşkîlata Yekitiya Îslam, Yekitiya Misilman ya Dinyayê û Pakistanê ve hatî, lidarxistin, ji bo parastina perwerdeya zarokên keç, ji çar aliyên dinyaya Misilman lîderên siyasî û akademisyen hatin ba hev.  

Di polîtîkayên Talîbanê de tiştek a Îslamê nîne

Xwediya Xelata Nobelê Malala Yusufzay di konfaransê de axivî û got: “Ger bi hêsan were gotin, Talîban li Efganistanê jinan ji mirovan nahesibîne. Di polîtîkayên rejîma Talîbanê de ‘tiştek Îslamî tune ye’. Talîbanê jin û zarokên ku zagonên wan binpê dikin, lê dide binçav dike û ceza dike.”

Malala Yusufzay îfadekir ku li Efganistanê perwerdeya zarokên keç piştî pola  6’an bi temamî hatiye qedexekirin û wiha got: “Wê li Efganistanê pêşeroja zarokên keç bi tememî ji destê wan were girtin. Weke lîderên Misilman niha ev deme ku dengê xwe bilind bikin û hêza xwe bikarbînin.”