Lîstikvan û derhêner Mîna Meşhedî hat binçavkirin
Lîstikvan û Mîna Meşhedî Mehdî, ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin û wê birin cihekî nayê zanîn.

Navenda Nûçeyan – Hevjînê Mîna Meşhedî Mehdî ya lîstikvan, Hasan Nakaşî li ser hesabê xwe yê înstagramê ragihand ku di roja 23’yê Tîrmehê de hevjîna wê ya derhêner û lîstikvan ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin.
Hasan Nakaşî, di parvekirina li ser hesabê xwe yê Instagramê got ku duh (23’yê Tîrmehê) hêzên ewlekariyê hevjîna wî binçav kirine û gotine heta êvarê em ê wê berdin lê hê jî nehatiye berdan.
Heta niha jî sedema binçavkirina hunermend Mîna Meşhedî nayê zanîn.
Mîna Meşhedî Mehdî, di kurtefîlma Sosyusê de lîstikvan bû. Her wiha derhêneriya dokumanterên Kuleyên Bayê yên Yezdê, Vahum, Baweriya Çolê, Vayu No, Celaleddîn, Cihê ku ba lê Radibe, Barê Manchester, Gesen û Xatira kir. Ji ber berhemên xwe di mihrîcanan de gelek xelat girtin.