Lîbya bandorên jeopolîtîk a koçberiyê dijî

Seroka rêxistina 'Nawazî bo Lêkolîn û Geşepêdanê' Henîn Boşûşa tekez kir ku hejmara jinên koç dikin zêde bûye û got: “Divê ji bo jin û zarokan parastina taybet were pêkanîn.”

IBTÎSEM EXFÎR

Binxazî – Lîbya di demên dawî de bi krîzên koçê re, bûye welatek herî zêde koçberên zagonî  ne zagonê têre derbas dibin. Lîbyayê bi pirsgirêkên mirovî, aborî, ewlehî û çandî re rû bi rû dihêle.

Seroka rêxistina 'Nawazî bo Lêkolîn û Geşepêdanê' Henîn Boşûşa derbarê mijarê de wiha got: “Koçberî pirsgirêkek cîhanî ye. Di demên dawî de koçberî bi taybet koçberiya bêserûber zêde bûye. Ev mijar bê guman gelek pirsgirêkên din jî derxistiye holê, bi taybet pirsgirêka ewlehiya netewî. Divê em têgeha koçberiyê ya navxweyî û derveyî pênase bikin, Koçberiya derveyî tevgera ji welatekî berbi welatek dinveye, lê koçberiya navxweyî tevgera ji herêmekê berbi herêmeke din di nav heman welatî de dike ye. Sedemên vê koçberiyê pir in û dibe ku aborî, ewlehî, jîngehî, an avhewayî bin."

Pirsgirêk û bandorên civakî rê li ber koçberiyê vedikin

Henîn Boşûşa bal kişan ser sedemên koçberiyê û ev tişt got: "Ji ber sedemên şer û pevçûn, her wiha ji ber rewşa aborî, civakî û perwerdê gelê Lîbyayê serî li koçberiyê dane. Piraniya wan piştî pêvajoya 2011'an a ku li Lîbyayê rû daye, berê xwe dan Misir û Tûnisê. Hinek vegeriyan ên din jî bi pêlên koçberiyê re hê dijîn. Kesên ku vedigerin bi awayek fermî derbasî welêt dibin û beşên din jî ne fermî derbasî welêtan dibin. Kesên ne fermî jî piraniya wan di aliyê başûrê Lîbyayê derbasî welêt dibin."

Li gor bilançoya Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) a îsal ji sedî 13 ji koçberan li başûrê Lîbyayê bi cih bûne. Ji sedî 53 jî li herêmên rojavayî û yên din li herêmên rojhilat bi cih bûne.

Pirsgirêkên koçberiyê di serweriya setewî û peymanên navnetewî de

Henîn Boşûşa da zanîn ku aloziya pirsgirêka koçberiyê ji ber nebûna hemahengiya zagonî li ser asta netewî û navnetewî ye û wiha dom kir: "Li gor danezana gerdûnî ya Mafên Mirovan û peymanên navnetewî derketina ji welêt mafek e, lê ketina welatekî din îmtiyazek e. Piştî zêdebûna tevgerên rastgir li Ewropayê di sala 2015'an de ku bi guhertinek di polîtîkayên giştî de û karanîna "hêza nerm" ji bo rûbirûbûna koçberiyê, pirsgirêk dest pê kirin. Ev ne tenê bi Ewropayê ve sînordar bû, li Emerîkayê jî belav bû. Ev nakokiyek di nava qanûna mafên mirovan a navneteweyî de ye."

Bandora çandî li ser koçberiya ne fermî li Lîbyayê

Henîn Başûşa derbarê bandora çandî ya koçberên bêserûber ên ku li deverên niştecihbûnê bi cih bûne wiha got: “Nasnameya Lîbyayê ne yekane ye, ew berfireh û cihêreng e. Ev e ya ku Lîbyayê ji hev cuda dike, ku Ereb, Amazîx, Toubou, Tuareg û Karaghla lê dijîn. Em di heman demê de Efrîqî û Bakurê Efrîqayê ne û ev cihêrengiya çandî dewlemendiyek e, ne gefek e. Welatên derdora Lîbyayê rastî teqîneke nifûsê tên,  ger Lîbya polîtîkayên çandî yên hişmendiyê ava neke ku nasnameyeke kolektîf û mîrata çandî biparêze û tiştê ku jê re "ewlehiya çandî" tê gotin wek ku di rewşa ewlehiya neteweyî de ye, ava neke ev yek dikare bibe gefek demdirêj.”

Polîtîkayên ewlehî û koçberiyê

Henîn Başûşa destnîşan kir ku nebûna polîtîkayên ewlehiyê di nav peymanên îmzekirî de rewşê hê aloztir kiriye û wiha got: “Nebûna erkên hevbeş ên ajansên berpirsiyar ên koçberiyê, dabeşbûnên siyasî û gelek zagonên wek zagona Kedê, zagona Hejmar 19, zagona Ne-Ji Nû Ve Bicîhkirinê ya 2024 û zagona Hejmar 6 li ser Netewebûn û Niştecîbûnê jî pirsgirêkê dijwartir dike. Pêdivî bi rêbernameyek yekgirtî û berfireh heye ku mekanîzmayên mijûlbûna bi koçberan re zelal dike.”

Femînîzasyona koçberî û xizaniyê

Henîn Başûşa diyarkir ku rewşa koçber û penaberan li Lîbyayê ne diyar e û got: “Heta ew kesên ku bi vîzeyan dikevin jî nizanin ka piştî bidawîbûna vîzeyan çawa wan nû bikin. Karta "girtinê" li herêma rojhilat heye, lê ew parastina zagonî ya têrker peyda nake, tevî ku hin xizmetên tendrustiyê peyda dike. Femînîzasyona koçberiyê pirsgirêkek pir cidî ye, ji ber ku ew bi fîmînîzasyona xizaniyê re têkildar e. Her ku rêjeyên xizaniyê li Efrîqayê bilindtir dibin, jin jî zêdetir koçber dibin, ev yek rê li ber şêwaza paşverû ya koçberiyê vedike. Niha jin bêtir bêparastin in, di karê lênêrînê de bê parastin dixebitin û berpirsiyariya xwedîderketina malbatên xwe digrin ser xwe.”