Li Zanîngeha Rojava tomarkirina ji bo mastera Jineolojî dest pê kir

Zanîngeha Rojava ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, deriyê tomarkirina navên xwendekarên mastera Jineolojiyê, vekir.

Navenda Nûçeyan – Zanîngeha Rojava ragihand ku ew ji 17’ê Tebaxa 2025’an heta 24’ê Tebaxa 2025’an, deriyê tomarkirina xwendina mastera beşa Jineolojiyê vedike ku ev beş yek ji beşên Enstîtuya Zanistên Civakî û Mirovî ya li bajarê Qamişloyê ye.

Kesên ku bawernameya lîsansansên, Jîneolojî, Dîrok, Sosyolojî, Felsefe, Perwerde, Zanistên Siyasî, Wêje û Ziman, Hiqûq û ragihandin wergirtine dikarin navê xwe ji bo mastera Jinelojiyê tomar bikin.

Biryar e ku ezmûna pejirandinê di 22 Îlona 2025’an pêk were û roja hevdîtina kesayetî ya  namzedên serketî wê paşê were ragihandin.

Rêveberiya enstîtuyê ji kesên ku dixwazin serlêdan bikin xwest ku di dema tomarkirinê ya diyarkirî de serdana Zanîngeha Rojava ya li taxa Hilêliyê ya li Qamişloyê bikin. Her wiha destnîşan kir ku ew dikarin ji bo wergirtina agahiyên zêdetir bi hijmara telefonê ya 0997742953 re têkilî dêynin.