Li zanîngeha Azad 10 xwendekar ji zanîngehê hatin dûrxistin
Der barê 10 xwendekarên li zanîngeha Azad a Tehranê de ji ber parvekirinên li ser medyaya dîjîtal, nepejirandina hîzara bi zorê û di meha Remezanê de xwarinê xwarine biryara dûrxistinê hat girtin.

Navenda Nûçeyan- Komara Îslamê ya Îranê, piştî şoreşa bi nave “Jin, Jiyan Azadî” ya li Rojhilatê Kurdistanê, di serî de jin, li dijî gelek beşên civakê zextên xwe zêdetir kir. Kanala telegramê ya bultena Amîr Kabîr, ragihand ku ji zanîngeha Azad a Tehranê 10 xwendekarên ku di şaxa Sohanek de dixwendin ji perwerdeyê hatine dûrxistin. Li gorî nûçeyê, 10 xwendekar, ji ber ku di medyaya dîjîtal de nêrînên xwe anîne ziman, li gorî hîzara bi zorê tevnegeriyane û di meha Remezanê de xwarin xwarine ji perwerdeyê hatine dûrixtin.
Xwendekar hatin fîşkirin
Li gorî nûçeya hatî weşandin, piştî betlaneya Newrozê 6’ê Nîsanê di ketina zanîngeha Azad a Tehranê de tedbîrên zêde yên ewlehiyê hatine girtin, cilên xwendekarên jin hatine kontrolkirin, di çarçoveya rêgezên hatine diyarkirin de cilan li xwe nekirine agahiyên nasnameyên wan hatine girtin, dûre jî ev agahî hatine qeydkirin û ji bo dosyakirinê sewqê lijneyên disîplînê hatine kirin. Di lîsteyên ku sewqî lijneya disîplînê hatine kirin de, li ser rengê bantûrên ku xwendekaran li xwe kirine, awayê egala li serê wan, deq û piercing de hatiye sekinandin.