Li Yemenê rojnamevan bi binpêkirinan re rûbirû ne
Çavdêriya Azadiya Medyayê ya Yemenê ji destpêka salê heta Hezîrana borî 55 binpêkirin li dijî rojnamevan û dezgehên medyayê yên herêmî, belge kir.

Yemen – Azadiya medyayê li Yemenê bi zêdebûneke xeternak a binpêkirinên li dijî rojnamevan û saziyên medyayê dimîne. Ev binpêkirin ji kuştinê bigre heta girtina demkî, êrîşa fîzîkî û gelek binpêkirinên din, pêk tên.
Ji destpêka salê ve 55 bûyerên binpêkirinan pêk hatine
Li gor raporek nû ya ku ji hêla Çavdêriya Azadiya Medyayê ve duh hatiye parvekirin, hate destnîşan kirin ku ji Çile heya meha Hezîrana 2025'an 55 bûyerên binpêkirinê li dijî rojnamevan û dezgehên medyaya herêmî hatine belgekirin. Li gor tenê 36 bûyeran di heman demê de di sala 2024'an de ev rêje bi qasî ji sedî 53 zêde bûye.
Binpêkirinên ku pêk hatine
Di raporê de hate diyarkirin ku binpêkirin kuştinek, birîndarkirinek, 7 girtinên demkî, êrîşeke fizîkî, 14 girtin, 4 gefxwarin, 7 dozên handan û heqaretê, 14 lêpirsîn an darizandin ji aliyê rayedarên ewlehî an dadwerî ve, û 5 bûyer hewldanên girtinê yên têkçûyî dihewîne. Her wiha Hûsiyan jî biryar dane ku nabe ragihandin xebatên xwe di nav paytexta Senaa de bidomînin ger destûrek fermî bi wan re nîn be. Ev jî xebatê raghandinê li herêmê asteng dike. Di heman demê de binpêkirinên azadiya ragahndinê li deh parêzgehên Yemenê pêk hatine.
'Jîngeha çapemeniyê li Yemenê ne ewle ye'
Di dawiya rapora xwe de, Çavdêriya Azadiya Medyayê banga bidawîanîna hemû cureyên tacîz û binpêkirinên li dijî rojnamevanan, serbestberdana tavilê ya girtiyan û rakirina hemû sînordarkirinên li ser karê medyayê li seranserê Yemenê, kir. Çavdêriyê tekez kir ku jîngeha çapemeniyê li Yemenê hê jî ne ewle ye û gefê li azadiya ramanê dixwe.