Li Yemenê pêşangeha ‘Îsqat’ ruhê temaşevanan baş dike

Pêşangeha ‘Îsqat’ ku li bajarê Tazî yê Yemenê bi salan e bi krîz û şer re têdikoşe, hat vekirin, ruhê mirov zindî dike. Ev çalakiya hunerî ku xwe dispêre têgînên psîkolojîk, temaşevanan ber bi fikirîna cîhana wan a hundirîn ve dibe.

RANIA ABDULLAH

Yemen – Li bajarê Taîzê ku li başûr rojavayê Yemenê cih digre, roja 1’ê Nîsanê pêşangeha ‘Îsqat’ hat vekirin. Di vê pêşangehê de ceribandineke bêhempa ya huner û hişyariya mirovan anî ba hev pêşkêş kir. Pêşangeha ku nêzîkatiyeke dîtbariyên bingeha psîkolojîk pêşkêş dike, dîmenê reş û spî veguherand qadeka fikirîna kûr, ji aliyê kesên diçin serdanê ve rastî eleqeyek mezin hat.

Pêşangeha ku dê du rojan bidome, bi hevkariya qada Al- Saqiyea ya hunermand a Muna Al-Dhanhanî ya girêdayî ‘Saziya Çanda Cast Bun’ hat lidarxistin. Cihê pêşangehê hevsengiyeke balkêş a dîtbariyê tê de hebû, beşdaran cil û bergên ji rengê tonên reş û spî li xwe kirin û bersiv dan bangên organîzatoran bi vî awayî bû parçeyeke zindî ya pêşangehê.

Kesên beşdarî pêşangehê bûne, diyar kirin ku pêşangeha ‘Îsqat’, ji pêşangeh û çalakiyên din ên hunerî xwedî atmosferek cudatir e. Dan zanîn ku lidarxistina van cure çalakiyan, îşaret bi destpêka tevgera hunerî û çandî ku hêviyê ji nû ve tîne bajarê Taîze ye.

Qadeke bi ewle

Rêvebera Projeyê, Ala Hafez diyar kir ku fikrê bingehîn ê pêşangehê xwe dispêre têgîna ‘şewqadanê’ ya di psîkolojiyê de û da zanîn ku ev têgeh, hesta hundirîn a kes e teyîsîna ceribandinê ye û got: “Hunermend Munî Al-Dhabhanî ev têgeh veguherandiye ezmûneke dîtbarî û berbiçav da ku kesên diçin serdanê li cihê temaşevanên pasîf, bikaribin xwe û refleksên xwe yên kesane di wêneyan de bibînin. Ji bo pêşîgirtina tevlîheviya dîtbarî û qadeke berfirehtir ji fikirîna kûr re bihêle, rengên reş û spî hatin hilbijartin. Ev hilbijartin derfetê dide kesên ku tên serdanêi berheman bi awayê xwe şîrove bikin û wateya xwe ya kesane lê zêde bikin.”

Ala Hafez têkildarî dîzayna ceribanda pêşangehê axivî û got: “Muna Al-Dhabhanî ne tenê berhemên hunerî, ceribandineke bê kêmasî ava kiriye. Ji ronahiyê heta liberkirina cil û bergên reş û spî hemû hûrgulî li ber çavan girtiye, bi vî awayî kesên tên serdanê xwe ji leza jiyana rojane dûr xistine, xwe di qadeke bi ewle ya ku bikaribin bi awayekî hestiyar û psîkolojîk bi berheman re têkiliyek kûr danyin.”

Zehmetî

Ala Hafez têkildarî zoriyên dikşînin wiha got: “Fikara me ya herî mezin, ew e ku ev fikir ji aliyê temeşavenan de dê di kîjan astê de were qebûlkirin. Ji ber pêşangeh xwe dispêre nêzîkatiyek psîkolojîk û ji hemû kesan re nenas e. Lê encam berovajî bendewariyên me bûn, me dît ku têkiliya bi temaşevanan re bi ceribandina berhemên kesan re  têkiliyeke rast pêşan dan. Ev eleqe û asta hişyariyê, nîşanî me da ku temaşevan ji ezmûnên hunerî yên kûrtir û ceribandinên hunerî re vekirîne.”

Ceribandineke mirovî û bêhempa

Hunermend û derûnînas Muna Al-Dhabhanî, diyar kir ku gelek pirsgirêkên mirov di jiyana rojane de rastî wan tên, çavkaniya xwe ji xeletiyên têgihîştinî yan jî berevajîkirinan digrin û got: “Ev berevajîkirin, qalibên xelet ên fikirînê diafirîne û wisa dike ku kes kesên din bidarizîne an jî bûyeran xelet binirxîne. Pêvajoya şewqdayînê, dibe alîkar ku mirov fêm bike tiştê ew di yên din de dibînin pir caran reflekseke fikrî û hestên wan ên hundurîn in. Ev pêşangeh li ser vê têgehê ava bûye. Pêşangeheke hunerî-psîkolojîk e ku kesên tên serdanê dibe dûrahiyan û têgihîştina berûvajî bûye çareser dike. Her wiha di berheman de murekeba Çînê hatiye bi karanîn û bi teknîkeke cuda hatiye pêşkêşkirin ev jî ji ceribandinên astên cuda yên fikirinê lê zêde kiriye.”

Muna Al-Dhabhanî îfade kir ku hunermend berhemên di pêşangehê de cih girtine, ji sê parzemînên cuda, welatên cuda û bajarên cuda yên Yemenê hilbijartiye û her yek jê ceribandineke dîtbarî ya taybet bi xwe pêşkêş dike û got: “Beşdariya vê pêşangehê ezmûneke bêhempa û mirovî bû. Pêşangeh weke cihê medîtasyon an jî seansa terapiyê bû. Di nava temaşevan û berheman de têkiliyek kûr ava dike. Her wiha di pêşangehê de lênûs û pênûsa ku kesên tên serdanê fikrên xwe lê binivîsin hebû. Kesên tên serdanê bi berhema hunerî re dikevin nava diyalogeke şexsî, fikrên xwe dinivîsînin û piştre jî rûniştineke ku van ceribandinan parve bikin hat lidarxistin.”

Destpêka başbûnê

Beşdaran ceribandina xwe bi hesta matmayîn û aramiyê anîn ziman. Ji kesên serdana pêşangehê kirin, Emîra El-Şercabî wiha got: “Ez bi lidarxistina van pêşangehên hunerî-psîkolojîk gelek kêfxweş im. Hestên ku mirov dema dikeve hundir cureyek aramiya psîkolojîk e. Nîşaneyên hêviyê ji bo avakirina tevgereke çandî û hunerî li bajarê Taîzê hene û ez hêvî dikim ku ev destpêka pêvajoyeke başbûnê ya rast be.”