Li Yemenê nêzî 20 hezar kes ji cih û warên xwe bûn

Li başûrê rojavayê Yemenê, ji ber pevçûnên di navbera Hûsiyan û hêzên alîgirên hikûmetê de nêzî 20 hezar ji neçarî cih û warên xwe bûn. IOM ragihand ku li herêmê pêdiviyên mirovî zêde dibin û banga parastina sivîlan û alîkariya mirovî kir.

Navenda Nûçeyan – Pevçûnên li başûrê rojavayê Yemenê yên di navbera Hûsiyan û hêzên alîgirên hikûmetê de didome. Di encama pevçûnan de 18 hezar û 500 kes ji cih û warên xwe bûn.

Ji roja Pêncşemê ve zêdetirî 300 kes hatin kuştin

Rêxistina Koçberiya Navneteweyî (IOM), ragihand hefteya borî piştî ku Hûsiyan li ser deverên li dora Tengava stratejîk Bab El-Mandeb li Deryaya Sor êrîşeke nû da destpêkirin, pevçûn zêde bûn. Hate ragihandin ku ji ber pevçûnên ji roja Pêncşemê ve zêdetirî 300 kes hatine kuştin.

‘Ji duh ve zêdetirî 18 hezar û 500 kes ji cih û warên xwe bûn’

Şefê Mîsyona IOM’ê yê Yemenê, di daxuyaniya ku li Adenê kir de diyar kir ku hejmara kesên ji cih û warên xwe bûne di nava saetan de zêde dibe û got: "Em ji ber zêdebûna tundiyê pir bi fikarin. Ji duh ve zêdetirî 18 hezar û 500 kes ji cih û warên xwe bûn."

Malbatên ji cih û warên xwe bûne ji pêdiviyên bingehîn bêpar in

Li gorî IOM’ê, li herêmên Maqbanah, El-Maafar û Cebel Habaşî pêlên berfirehê yên koçberiê rû dane û destnîşan kir ku ji ber pevçûnan koçberên nû hatine wargehên li dora Hays ên ku ji koçberên berê pêk tê.

IOM’ê, ragihand ku piraniya malbatên ji cih û warên xwe bûne ji stargeh, xwarin û pêdiviyên bingehîn bêpar in. Rêxistinê, bi bîr xist ku hinek malbat berê ji ber pevçûnê gelek caran koçber bûne û bi her pêla nû ya pevçûnê dihêle ku jiyana ku hewl didin ji nû ve ava bikin ji destê wan biçe.

Banga parastina sivîlan û alîkariya mirovî

IOM’ê destnîşan kir ku pêwîstiya koçberan bi lezgînî piştgiriya madî, stargehên demkî, kelûpelên bingehîn ên mal û xwarinê hene û bang li aliyan kir ku sivîlan biparêzin û divê alîkariya mirovî bê astengî bigihêje mirovên li herêmên pevçûnê ne.

Rêxistinê hişyarî da ku koçberên rêya rojhilat bikar tînin ji ber xirabûna şert û mercên ewlehiyê û sînordarkirina tevgera li herêmên pevçûnê dibe ku asê bimînin.

IOM’ê, bang li bexşvanên navneteweyî kir ku xebatên alîkariyên mirovî fînanse bikin û stokên alîkariya lezgîn nû bikin.