Li Yemenê komxebata parastina parêzvanên mafên mirovan ên jin hat lidarxistin
Di komxebateke li Taîzê de, bal hat kişandin ser rastiya parêzvanên mafên mirovan ên jin, qelsiya hevkariyên bi medyayê û civaka sivîl re, zêdebûna binpêkirinan, hewcedariya torên piştgiriyê bi vîzyonek parastinê ya domdar.
RANIYA EBDULLAH
Yemen – Navenda Lêkolînên Stratejîk a Piştgiriya Jin û Zarokan duh, li bajarê Taîzê, yê li başûr rojavayê Yemenê, komxebatek parêzvaniyê li ser parastina parêzvanên mafên mirovan ên jin li dar xist. Armanca komxebatê ew bû ku piştgiriyê bide mafên jinan her wiha beşek mezin ji jinan entegreyî nava civaka sivîl bike. Gelek çalakvan, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên ji civaka sivîl, hikûmetên herêmî û partiyên siyasî beşdarî komxebaê bûn. Komên xebatê peyamên parêzvaniyê bi pêş xistin da ku parêzvanên mafên mirovan ên jin biparêzin.
Beşdarên komxebatê diyar kirin ku parêzvanên mafên mirovan ên jin bi gelek binpêkirinan re rûbirû dimînin û dan zanîn ku hevkariya bi medyayê û rêxistinên ne fermî re qels dimîne. Her wiha tekezî li ser pêwîstiya torên piştgiriyê û vîzyonek yekgirtî kir da ku parastina domdar a xebata mafên jinan misoger bike.
Peyamên hişyariyê
Derûnînas Emîra El-Şercabî diyar kir ku armanca komxebatê ew bû peyamên hişyariyê û motîvasyonê ji bo ciwanan, pisporên medyayê û rêveberên civakê bipêş bixe. Her wiha wan teşwîqî piştgiriya parêzvanên mafên mirovan ên jin kirin. Derûnînas tekez kir ku parêzvanên mafên mirovan ên jin gelek caran ji hêla civakê û komên ku divê piştgiriyê bidin wan ve rastî neheqiyê tên.
Der barê hevkariya heyî ya di navbera rêxistinên medyayê de jî rave kir ku ev hevkarî qels û bêbandor dimîne û nikare bigihîje armanca xwe ya dawî ya parêzvaniya jinan û wiha pê de çû: “Ev ji ber kêmasiyên di rêveberiya medyayê de ye ku ji hêla sînorkirin û pîvanên taybetî ve tê birêvebirin. Îro, em hewl didin medyayê teşwîq bikin û tevlî bikin da ku bi awayekî çalak van mijaran hembêz bikin. Komxebatên bi vî rengî berbiçav û pratîkî ne; hêviyê didin parêzvanên mafên mirovan ên jin ku berdewam bikin û hîs dikin ku dengê wan tê bihîstin. Pirsgirêkên herî girîng ên ku çalakvan îro pê re rûbirû dimînin nebûna ewlehî û parastina qanûnî ye û hewcedariya lezgîn a ji bo vîzyoneke parêzvaniyê ya yekgirtî û domdar e ku jinan di xebata mafên mirovan û jinan de hêzdar dike.”
Nebûna piştgiriyek rastîn
Seroka Komîteya Jinan a Neteweyî ya li Taîzê, Sabah El-Şeraibî jî got: “Parêzvanên mafên mirovan ên jin rastî binpêkirinan tên, di nav de dûrxistin, marjînalîzekirin û nebûna piştgiriyê heye. Binpêkirinên ku ew pê re rûbirû dimînin bi cidî nayên çareserkirin. Niha di navbera medyayê û parêzvanên mafên mirovan de vîzyoneke zelal an jî hevrêziyek taybetî û berdewam tune ye. Em hêvî dikin ku di serdema pêş de, mekanîzmayek hevrêziya hevbeş di navbera medyayê û rêxistinên civaka sivîl de were damezrandin da ku ji bo parêzvanên mafên mirovan ên rastîn hawirdorek parastî û piştgirî biafirîne.”
Rola erênî ya medyayê û civaka sivîl
Seroka Foruma Aştî û Civaka Sivîl, Intîsar El-Stûrî, rave kir ku dijwariyên saziyên mafên mirovan pê re rûb rû dimînin, bi serdestiya kevneşopî û adetên zirayê didin û asta kêm a hişmendiya der barê mafên jinan de girêdayî ye û got: “Hem di nava civakê de hem jî di nava hinek jinan de ev yek heye. Pêdivî bi afirandina mercên piştgiriya ji bo mafên mirovan ji jinên çalak û gelemperî jinan hewce dike.”
Der barê rola heyî ya medyayê de, Intîsar diyar kir ku ew gelek caran reşbîn dibe û got: “Ji parêzvanên mafên mirovan ên jin hat xwestin ku li dijî marjînalîzekirin û pirsgirêkên mafên mirovan şer bikin û ji dezgehên medyayê yên neteweyî û rojnamevanan hat xwestin ku bi çalakvanan re bixebitin da ku maf û azadiyê ronî bikin û piştgiriyê bidin keç û jinan. Girîngiya hişyarkirina di nava parêzvanên mafên mirovan ên jin bi girîngiya rolên wan û avakirina toreke hevgirtinê pêkan e. Partiyên siyasî, rêxistinên ne fermî û rêberên serbixwe, tîne cem hev û hawirdorek xebatê ya bi ewle li ser bingeha hevkariyek rastîn ji bo her kesê ava dike.”
Parastina parêzvanên mafên mirovan ên jin
Rêvebira projeya “Dengên Bêtirs” Îtîsam El-Moqterî, rave kir ku armanca projeyê di serî de xurtkirina ewlehiya civakî û parastina parêzvanên mafên mirovan her wiha avakirina hevkarî û hevgirtinê ye ku dê domdariya dengên wan misoger bike. El Moqterî wiha pê de çû: “Proje li ser bingeha xebata meydanî û anketên ku kategoriyên cuda yên parêzvanên mafên mirovan, bi taybetî jinan vedihewîne, hat pêşistin. Ji ber vê yekê, em ji serkeftina wê bawer in ji ber ku ew rasterast ji hewcedariyên koma hedef derdikeve. Hemû aliyên pêwendîdar, tevî rayedarên herêmî, parêzer û hevkar, bi riya civînên diyalogê û civînên ku ji bo nîqaşkirina encamên projeyê hatine lidarxistin, beşdarî projeyê bûne.”
Îtîsam El-Moqterî wiha bi dawî kir: “Gavên din ên projeyê destpêkirina kampanyayeke hişyariyê ya berfireh bi riya medyaya çapkirî, nivîskî û dengî her wiha organîzekirina forumên ku armanc dikin ciwan, xwendekar, pisporên medyayê, komên jinan û sendîkayên karker da ku peyamên vê komxebatê belav bikin û bandora wê ya domdar misoger bikin.”