Li Xezayê binpêkirinên agirbestê û astengiyên alîkariyê qeyranê kûrtir dikin
Êrîşên berdewam ên li dijî Xezayê qeyrana mirovî kûrtir dikin, di heman demê de hat ragihandin ku agirbest bi hezaran caran hatiye binpêkirin, gihandina alîkariyên mirovî tê astengkirin.
Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên berdewam a li dijî Xezayê, qeyrana mirovî kûrtir dike û tîmên tenduristiyê û alîkariyê di gihîştina birîndar û kesên di bin kavilan de asê mane de, bi zehmetiyên cidî re rû bi rû dimînin.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand ku di çend demjimêrên dawî de kesek jiyana xwe ji dest daye û 5 birîndar jî veguhestine nexweşxaneyan. Wezaretê, ragihand ku hêj gelek kes di bin kavilan de û li ser rêyan in û ji ber êrîşên berdewam û şert û mercên giran ên li ser qadê, ambulans û tîmên parastina sivîl nikarin xwebigihînin van kesan.
Agirbest 4 hezar û 91 caran hate binpêkirin
Li gorî daxuyaniyê, hejmara kesên ku piştî şerê di sala 2023’an de dest pê kir li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 73 hezar û 382 û hejmara birîndaran jî bû 174 hezar û 236. Li aliyê din, Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xezayê, diyar kir ku Îsraîlê di 300 rojên dawî de 4 hezar û 91 caran peymana agirbestê binpê kiriye. Di daxuyaniyê de, hate ragihandin ku di encama van binpêkirinan de hezar û 254 Filistînî jiyana xwe ji dest dane, 4 hezar û 121 kes birîndar bûne û 159 kes jî hatine binçavkirin.
Gihandina alîkariyê tê astengkirin
Her wiha Ofîsa Medyayê, ragihand ku Îsraîlê bi giranî ketina alîkariya mirovî asteng kiriye. Li gorî daxuyaniyê, ji 180 hezar kamyonên alîkariyê yên dihat payîn di çarçoveya agirbestê de bikevin Xezayê, tenê 63 hezar û 94 kamyonên alîkariyê gihîştine herêmê. Ev rewş, tê wateyê ku nêzî ji sedî 35’ê soza alîkariyê ya di peymanê de hatiye bicihanîn.
Her wiha hate destnîşankirin ku derbasbûnên plankirî yên ji deriyê sînor ê Refahê jî bi piranî hatine sînordarkirin û ji 27 hezar û 400 kesên ku dihat payîn li gorî peymanê bên tehliye kirin, tenê 1 hezar û 703 kes ji Xezayê derketin.
Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xezayê, Îsraîlê ji ber giranbûna qeyrana mirovî berpirsyar girt û bang li welatên navbeynkar û garantorên peymanê kir ku ji bo pêkanîna şertên agirbestê û rawestina binpêkirinan, zextê li Îsraîlê bikin.