Li Yemenê keşti noq bû: 68 koçber mirin

Li peravên Başûrê Yemenê 68 cenazeyên koçberan hatin dîtin, bi dehan koçber jî windane, ji karesatê tenê 12 kes sax rizgarbûn.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (IOM), ragihand ku bêhtirî 50 cenazeyên koçberan li peravê başûrê Yemenê hatine dîtin. Rayedar diyar kirin ku ew hê jî lêgerîna koçberên saxmayî didomînin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) duh, keştiyeke ku koçberên Etiyopyayî hildigirt li peravên Abyan a Yemenê noqî avê bû. Di bûyerê de 68 kes mirin, zêdetirî 70 kes winda bûn û tenê 12 kes sax man. Hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Li gel şerê navxweyî, Yemen ji bo koçberên ku hewl didin ji Efrîkayê derbasî welatên Kendavê bibin rêyeke sereke ya derbasbûnê ye. Qaçaxçiyên mirovan hewl didin ku koçberan bi keştiyên xeternak û qerebalix derbas bikin.

Li gorî Rêxistina Koçberan a Neteweyî (IOM), di mehên dawî de bi sedan koçber di van rêwîtiyan de mirine. Hejmara koçberên ku di sala 2024’an de gihîştine Yemenê 60 hezar bû, ku li gorî sala borî ji sedî 38 kêm bûye. Ev yek jî bi zêdebûna dewriyeyên deryayî ve girêdayî ye.