Li Yemenê jin ne xwedî zagonek parastinê ne
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Yemenê Talat El-Ehmedî diyar kir ku bi pêvajoya pevçûnê re mafê jinan tûne hat hesibandin û banga tekoşînê kir.
HALA EL-HAŞÎDÎ
Yemen – Li Yemenê di navbera hikumet û Husiyan de ev 10 sal in şer didome. Netewên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber şerê nawxweyî 4 milyon û 500 kesan ji cîhê xwe bûne ji wan sedî 80’ê jin û zarok in. Dîsa li gor rapora NY; ji ber şerê nawxweyî li Yemenê ji sedî 73’yê gel benda alîkariyê ye û di welat de 13 hezar ji wan sîvîl 377 hezar kes di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha tê diyarkirin ku bi hezaran kesên birîndar bûne neketine nav daneyan.
Piştî lihevhatinê destkeftî ji holê rabûn
Jinên başûr ên Yemenê, ji aliyê sîyasî, aborî û civakî ve zehmetiyan dikşînin. Piştî ku di sala 1990'î de yekîtiya Yemenê ya Bakur û Başûrê Kurdistanê hate damezrandin û Komara Yemenê hate avakirin, jinên ku hêviyên mezin ji bo xurtkirina mafên jinan û zêdekirina statûya xwe di civakê de hebûn, rastî rewşeke berevajî hatin. Jinên ku glek destkeftiyên xwe winda kirin di eynê wextê de di aliyê lêgerîna edalet û wekheviyê de astengiyan re rû bi rû tên. Beriya lihevhatinê jinên başûr, Bi saya qanûnên pêşkeftî yên wekî Qanûna Rewşa Medenî mafên girîng bi dest xistin. Derfetên wan di warên wek perwerde û kar de hebûn, lê bêîstîqrara siyasî, nakokî û zehmetiyên aborî yên piştî yekîtiyê hatin jiyîn bi giranî ev destkeftî ji holê rakir. Jinan di mijarên weke hevberdan û nefeqe de parastina xwe ya hiqûqî winda kirin. Gihîştina wan ji derfetên perwerdehiyê zehmet bûye û hebûna wan di jiyana kar de jî hatiye astengkirin.
'Em îro nikarin behsa tu parastina hiqûqî bikin'
Me bi Endama Komîteya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Yemenê Talat El-Ehmedî re li ser rewşa jinên başûr ya li Yemenê axivî. Talat El-Ehmedî diyar kir ku di warê kar û mekanîzmayên biryardanê de hebûna jinan kêmbûneke berçav dîtiye û diyar kir ku beriya yekbûnê rewşa jinan bi tevahî cuda bû. Talat El-Ehmedî diyar kir ku jin xwedî cudabûnê ne û wiha got: "Mînak qanûna rewşa medenî mafên qanûnî da jinan, bi taybetî di nakokiyên nav malê de weke hevberdanê. Mafê wan hebû ku beşek ji malê bistînin û mafê nefeqe hebû, lê îro em nikarin behsa tu parastina hiqûqî bikin, jin davêjin kolanan."
Ji bo firsetên wek hev dixebitin
Talat Al-Ahmadi, diyar kir ku di destûra bingehin a welat de mafê jinan hatine garantîkirin, lê ev yek nayê bicih anîn û ew giringiyên didin perwedeyê û bi taybet jin bi mafên xwe yên haydar bin û li ser vê bingehê jiyana xwe ava bikin. Talat Al-Ahmadi, anî ziman ku wan ji bo perwerdeyê hin burs dane û lêkolîn kirine, û da zanin ku ji bo afirandina derfetên wek hev têdikoşin. Talat Al-Ahmadi destnîşan kir ku ji bo jin rola xwe ya bi bandor di civakê de bidest bixin divê xebat bê kirin û diyar kir ku ger ev yek pêk were em dikarin behsa pêşketina rastî bikin.
Banga têkoşîna bi hev re
Talat Al-Ahmadi, bal kişand li ser kirîza aborî ya li welat, bandora xizanî, bêkarî, birçîbûn û gelek faktorê din yên li ser jiyana jinan kir û diyar kir ku divê dawî li kaosên li welat bê anin. Talat Al-Ahmadi ji her kesî xwest ku ji bo pêşerojeke baştir bi hevre têbikoşin.