Li Yemenê ji sedî 71’ê malbatan xwarinê nabînin

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî eşkere kir ku ji sedî 71’ê malbatên li herêmên di bin kontrola hikûmeta Yemenê ya ku ji aliyê navneteweyî ve tê naskirin de, nikarin xwarina têr bi dest bixin.

Navenda Nûçeyan – Li Yemenê, bi domandina zêdebûna aloziyan re bi milyonan kes bi xetera birçîbûnê re rû bi rû ne. Krîza birçîbûna dijwar, kûrtir dibe. Peydakirina tenê xwarineke rojane, ji bo bi hezaran malbatan bûye têkoşîneke dijwar. Di vê rewşê de, hişyariyên derbarê xirabûna bêhempa ya rewşa ewlehî û xwarinê de tên dayîn ku jiyana sivîlan dike xeterê.

‘Ji sedî 71’ê malbatan xwarina têr bi dest nexistine’

Bernameya Cîhanî ya Xwarinê îro, hişyarî da ku krîza birçîbûnê li herêmên di bin kontrola hikûmeta Yemenê ya ji aliyê navneteweyî ve hatî naskirin, kûrtir dibe. Bernameyê eşkere kir ku di meha Îlona borî de ji sedî 71’ê malbatan xwarina têr bi dest nexistine. Li gorî nûkirina rewşa ewlehiya xwarinê ya ku bernameyê ji bo meha Cotmeha borî weşand, rêjeya kêmasiya xwarinê li gorî heman heyama sala borî, ji sedî 13 zêde bûye û li gorî navînîya pênc salên borî jî ji sedî 21 bilindtir bûye. Ev yek di nîşaneyên xerckirina xwarinê de nîşaneya xirabûneke bêhempa ye.

Xirabûneke Bêhempa

Rapor nîşan dide ku ji sedî 36’ê malbatan di warê peydakirina xwarinê de rastî kêmasiyê tên. Ev rêje li bajarên El-Dale, Lahic, Şebwe û Ebyanê dighîje navbera ji sedî 40 û 45’an. Bajarê Taîzê mezintirîn daketina salane ya herî giran tomar kir. Li wir rêjeya peydakirina xwarinê têrker nîne. Ji sedî 29’ê di Îlona 2025’an de, di Îlona borî de derket ji sedî 36’an. Her wiha, Taîz bi rêjeya ji sedî 23 a malbatên ku bi birçîbûna navîn û giran re rû bi rû ne, di rêza yekem de cih girtiye. Ev rêje li hemû herêmên di bin kontrola hikûmetê de ji sedî 17 e. Sedema vê rewşê, dorpêç û şerên domdar in.

Li navçeyan birçîbûn zêdetir e

Li navçeyên ku rasterast ji şer û pevçûnan bandor dibin, rêjeya malbatên ku xwarina têr peyda nakin di sêmehên sêyemîn ên salê de di navbera ji sedî 65 û 76’an de bûye. Di navçeyên El-Qahira, Meqbine, Mexa, Hîs û El-Muzafer de jî zêdebûneke berbiçav hatiye tomarkirin. Her wiha, rêjeya kêmasiya xwarinê ya giran li herêmên şer lê berdewam dike, di navbera ji sedî 27 û 46 de bûye, bi taybetî li navçeyên El-Mewasit, El-Misrax, El-Silw û El-Şemayitîn. Li aliyekî din, rêjeya bêxwarinbûna tevahî li navçeya Meşre'a û Hîdnanê li gorî sala borî du qat zêde bûye.

‘Fetisandina bazaran û bilindbûna bihayan’

Ev krîz rasterast bandorê li bazarên herêmî yên Taîzê dike. Bazirganan ragihandine ku stokên genimê wan xilas bûne. Ji ber tevliheviya peydakirinê û bilindbûna lêçûnên veguhestinê, firoşkar neçar mane kirîna ard û birincê ji bo malbatan bi sînor bikin û herî zêde 25 kîlo bifroşin her malbatek. Di heman demê de, lêçûna selika xwarinê ya herî kêm li Taîzê di navbera Îlona borî û nîvê yekem ê Cotmehê de ji sedî 12 zêde bûye. Her wiha, li gorî heman heyama sala borî ji sedî 15 bilindtir bûye. Ev zêdebûna bihayan hêza kirîna malbatan kêm kiriye û derfetên wan ên peydakirina hewcedariyên xwe, teng kirine.

‘Rewşa koçberan xirabitir e’

Bernameya Cîhanî ya Xwarinê ragihand ku ji sedî 73’yê malbatên li herêmên di bin kontrola hikûmetê de, ji bo derbasbûna kêmbûna xwarinê, neçarî tedbîrên dijwar bûne. Ji sedî 38’ê wan malbatan xwarina mezinan kêm kirine da ku bikaribin xwarinê ji bo zarokan peyda bikin.

Ev êş û zehmetî di nav malbatên koçber de hîn zêdetir e. Ji sedî 75’ê malbatên ku ji demeke dirêj ve koçber in, nikarin kêmasiya xwarina herî kêm a ji bo xwe temîn bikin. Ji sedî 11’ê wan ragihandine ku herî kêm endamek malbata wan, rojek û şevekê, birçî derbas kiriye. Her wiha, nîvê van malbatan xwarina mezinan bi rêjeya ji sedî 50 kêm kirine da ku xwarina zarokan peyda bikin. Rêjeya birçîbûna navîn û giran di nav kampên koçberan de jî, ji sedî 32’yê di meha Tebaxê de, di meha Îlona borî de gihîştiye ji sedî 43’yan.

‘Li Taîzê koçber di nava dorpêçê de ne’

Rêxistina Navneteweyî ya koçberan tomar kiriye ku nêzîkî 300 hezar kes koçber bûye, Ji van koçberan ji sedî 43 li navçeyên Taîz û El-Hudeydeyê yên ku gihîştina wan zehmet e dijîn. Her wiha, ji sedî 5 li herêmên Taîzê yên bi tevahî dorpêçkirî dijîn. Ev rewş gihîştina alîkariyên mirovî li van herêman asteng dike. Di warê aborî de jî, rêxistinê ragihand ku dahata mehane ya ji sedî 69’ê malbatan kêm bûye û ew nêzî ji sedî 74’ê çavkaniyên xwe yên kêm, ji bo xwarinê xerc dikin.

Krîz her wiha bi kêmbûna pêdiviyên xwarinê û sotemeniyê ji benderên di bin kontrola hikûmetê de kûrtir bûye. Di 9 mehên yekem ên îsal de, pêdiviyên xwarinê li gorî heman heyama sala 2025’an, ji sedî 16 û ya sotemeniyê ji sedî 44 kêm bûye. Sedema vê kêmbûnê tevliheviya rêyên behrê û bilindbûna lêçûnên bîmeyên barkêşiyê ye.

‘Dorpêça li ser Taîzê dijwartir dibe’

Ev xirabûna xeternak a mirovî di demekê de pêk tê ku Hûsiyan dorpêça xwe ya li ser bajarê Taîzê ranekirine. Di demên dawî de bi girtina rêyên sereke yên ku ber bi bajêr ve diçin, ew dorpêç tengtir kirine. Ev yek bi zêdebûna pevçûnên leşkerî re hevdem bûye.

Tengkirina dorpêçê tecrîdkirina bajêr zêdetir kiriye, tevgera peydakirina pêdiviyên bazirganî û alîkariyên mirovî sînordar kiriye û bûye sedema kêmbûna madeyên bingehîn û sotemeniyê. Di encamê de, bihayên bazarê gihîştine astên bilind û hişyariyên Neteweyên Yekbûyî derbarê xetera nêzîk a birçîbûnê ya ku bi hezaran malbatan tehdîd dike, zêde bûne.