Li Yemenê ji ber şer hejmara zarokên ku dixebitin zêde dibe

Ji Weqfa Pêşketina Mirovî ya Masarat Arwa El-Sharabî diyar kir ku ji ber şerê li Yemenê hejmara zarokên dixebitin du qat zêde bûye û diyar kir ku rayedarên dewletê berpirsyariyên xwe yên ji bo zarokan pêk naynin.

RANÎA ABDULLAH

Yemen- Zarok û jin di nav komên ku herî zêde ji polîtîkayên şer bi bandor bûne de ne. Ji ber şerê navxweyî yê ku bi salan e li Yemenê didome, rewşa jiyana malbatan her ku diçe xirabtir dibe, hejmara zarokên dixebitin jî zêde dibe.

‘Bavê min ji ber şer bêkar ma’

Afnan Murad a 11 salî ku bi dê û bavê xwe re li bajarê Taîzê li başûrê rojavayê Yemenê dijî, yek ji wan zarokên ku hem kar dike û hem jî dixwîne ye. Afnan Murad danê sibê diçe dibistanê û piştî dibistanê li bufeyekê dixebite. Afnan Murad anî ziman ku ji ber şert û mercên nebaş ên aborî yên malbata xwe neçar maye ku bixebite û got: “Ji ber şer bavê min bêkar ma û rewşa me roj bi roj xirabtir bû. Ez jî ji bo jiyana baştir neçar im bixebitim. Hêvîdar im dema rewşa malbata min baş bibe, ez vegerim jiyana xwe ya asayî wek xwendin û lîstinê.”

‘Piraniya dema xwe li kolanan dixebitim’

Zarokek 10 salî ku nexwest navê xwe bibêke, anî ziman ku ji ber şert û mercên nebaş ên aborî neçar maye dev ji dibistanê berde û bixebite. Zarok, diyar kir ku ew tevahiya rojê li kolanan bi terazûya seyar dixebite û wiha got: “Bavê min nikaribû debara me bike û em nizanin bavê min li ku ye. Piraniya dema xwe li kolanan dixebitim. Ez ber bi êvarê ve vedigerim malê û pêdiviyên malbata xwe digirim.”

‘Ji ber şer hejmara zarokên karker zêde bû’

Li gorî Weqfa Pêşketina Mirovî ya Masarat li Taîzê, tenê li sê navçeyên bajarê Taîzê hejmara zarokên ku li kolanan dixebitin di sala 2023’an de gihîştiye 200’î. Temenê van zarokan di navbera 8 û 16’an de diguhere. Midûra Bernameyê yê Weqfa Pêşketina Mirovî ya Masarat li Xezayê Arwa El-Sharabî diyar kir ku di van demên dawî de hejmara zarokên ku li kolanan dixebitin zêde bûye. Arwa El-Sharabî bal kişand ser lêkolînên xwe yên sahayî yên li ser zarokên ku li kolanan dixebitin û got: “Me tenê li sê navçeyan xebatek ankêtê kir. Zarok di xwaringeh, dikan, atolye û karên cuda yên din de dixebitin. Şer, çi kur be çi jî keç be, hejmara zarokên ku di temenê biçûk de berpirsyariyê digirin du qat zêde kiriye.”

‘Rayedar erkên xwe bi cih naynin’

Arwa El-Sharabî bal kişand ku rayedar erkên xwe pêk naynin û wiha got:

“Pêwîst e rayedar ji bo van malbatan çavkaniyek dahatê ya bi îstîqrar peyda bikin, şert û mercên wan ên çûna dibistanê û jiyana asayî ya zarokan baş bikin û çareseriyên cidî bibînin. Rastiya aborî ya ku îro zarok tê de dijîn, wan neçar dike ku alîkariya malbatên xwe bikin, çi ji ber daxwaza alîkariyê, çi ji tirsa birçîbûn û bêmalbûnê, çi ji ber hişyariyê jî be.”

Arwa El-Sharabî bal kişand ser wê yekê ku gelek rêxistinên sivîl tevî karê xwe ji bo zarokan nekarîn “karkirina zarokan” kêm bikin, Arwa El-Sharabî rexne kir û wiha got: “Ew bi dayîna perwerdeya çavdêrî û çînkirinê, mijarê arasteyî rêxistinên pispor di karûbarên bingehîn ên zarokan de kirin û parastina wan de sînordar man.”