Komxebata ewil a ‘Hebra Jinan’ bi dawî bû
Navenda Jineolojiyeyê ya Raman û Lêkolînan, di çalakiya yekem a însiyatîfa ‘Hebra Jinan’ ku bi armanca xurtkirina jêhatiyên nivîsandina analîtîk hate lidarxistin de, beşdarên jin xelat kir.
Navenda Nûçeyan – Navenda Jineolojiyeyê ya Raman û Lêkolînan, jinên ku beşdarî komxebata ewil a Hebra Jinan bûn, xelat kirin. Armanca komxebatê ew bû ku jêhatiyên jinan a di aliyê nivîsandina wan a analîtîk de baştir bike.
Çalakiya yekem a însiyatîfa ‘Hebra Jinan’ ku ji hêla Navenda Jineolojiyeyê ya Raman û Lêkolînan ve hatibû organîzekirin, bi dawî bû. Armanca însiyatîfê ew e ku jinan bi rêya bernameyeke perwerdehiyê ya sê rojî ya nivîsandina analîtîk ku di navbera 6-8’ê Îlonê de hate lidarxistin, bihêz bike û hebûna wan di warên nivîsandin û hilberîna zanînê de zêde bike.
Seroka Navenda Jineolojiyeyê ya Raman û Lêkolînan Dr. Dîna Mohsên û Dr. Nûjin Yûsêf, Rêvebera Cîbicîkar a navendê, beşdarî roja dawî ya komxebatê bûn.
Dr. Dîna Mohsên, roja dawî ya komxebatê birêve bir û jêhatiyên bingehîn ên ku ji bo nivîsandina gotarên analîtîk hewce ne, şêwazên ku mirov çawa ramanan li ser bingeha agahdarî, delîl û ravekirinan pêş dixe û bi awayekî hevgirtî formule dike, vegot.
Girîngiya cudakirina di navbera gotarên analîtîk û raporan de
Komxebatê, li ser girîngiya cudakirina di navbera gotarên nûçeyan, gotarên analîtîk û raporan de û hilbijartina perspektîfa guncaw ji bo mijarê, rawestiya. Her wiha, girîngiya komkirina agahiyan ji çavkaniyên pêbawer û girêdana delîlan bi çarçoveya berfirehtir a mijarê ve hate tekezkirin. Ev yek alîkariya nivîskar dike ku nêzîkatiyek analîtîk a zelal û îqnaker ji bo xwendevan pêşkêş bike.
Her wiha komxebatê, bingehên nivîsandina gotaran, ji sernav û pêşgotinê dest pê kir û bi rêya rêxistinkirina raman û paragrafan û heta encamê, girt dest. Dr. Dîna, tekez kir ku pêwîstiya damezrandina raman û analîzan li ser rastiyan û delîlan heye û diyar kir ku divê nivîskar ne tenê bûyeran bibêje, ravekirinekî mantiqî pêşkêş bike.
Merasîma xelatdayînê û nêrîna însiyatîfê
Roja dawî ya komxebatê bi merasîmeke xelatdayînê bi dawî bû û rêz li beşdaran hate girtin. Bawername ji aliyê Navenda Jinolojiyeyê ya Raman û Lêkolînan ve hatin dayîn.
Însiyatîfa "Hebra Jinan" yek ji însiyatîfên stratejîk e ku ji hêla Navenda Jineolojiyê ya Raman û Lêkolînan ve hatiye destpêkirin, balê dikişîne ser pirsgirêkên rewşenbîrî, zanînî û civakî û piştgiriya wê ji bo qadên ku hilberîna zanînê hêsan dikin û diyalogên berfirehtir li ser mijarên cûrbecûr vedikin nîşan dide.