Li Xurmal Mihrîcana Giyayên Biharê
Li parka giştî ya Xurmal bi pêşengtiya Tora Rêxistinên Xurmal 6’emîn Mihrîcana Giyayên Biharê destpê kir û wê sê rojan dom bike.
MIHRÎBAN SELAM
Xurmal – Îro li parka giştî ya bajarokê Xurmal ya ser bi parêzgeha Helebceyê, bi pêşengtiya Tora Rêxistinên Xurmal, 6’emîn Mihrîcana Giyayên Biharê destpê kir. Mihrîcan dê sê rojan dewam bike û tê de gelek berhemên giyayên xwezayî yên çiyayên Hewraman û navçeyê ji bo mêvanan tên pêşandan.
‘Mihrîcanên wiha gelek bi sûdin’
Nivîskar û Endama Ensititûya Çanda Kurdî ku kar li ser mijarên cûda dike û niha amadekariya pirtûkek a ser xwarinên Kurdewarî dike Bihar Muhsîn Neqşîbendî wiha got: “Piştî min zanî ev mihrîcan heye, îro beşdar bûm, ez hatim da ku li ser xwarinên Kurdî û giyayan agahiyan kom bikim. Ez gelek dixwazim li ser xwarinên Kurdewarî bi xebitim. Ez amadekariya pirtûkek a xwarinên Kurdewerî dikim û ez dixwazim agahiyan li ser giyayan kom bikim û di pirtûka xwe de bi cih bikim.”
‘Gelek cûrên giyayan hene’
Bihar Muhsîn gelek girîngî dide vê mihrîcanê û wiha dibêje: “Min sûd jê girt. Navçe cûdane û giyayên deşt û çiyaya yên cûda hene û herêmên sar û germ cûdane. Ew kesên ku giyayan dibin divê bizanin çawa amade bikin û çawa bixwin. Her wiha ji bo çareseriyên cûr be cûr tê bikaranîn û divê bizanin çiqas bikarbînin û ji bo hemû kesan ne guncawe.”
Ev bazar dê sê rojan vekirî be. Rojên Pêncşem, Înê û Şemiyê ji saet 09:00’ê sibehê heta 05:00’ê êvarê dê vekirî be. Her wiha 130 firoşgeh berhemên xwe yên giya nişandidin.