Li Xezayê zêdetirî hezar kesên li benda tahliyekirina bijîşkî mirine
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku zêdetirî hezar nexweşên ku li Xezayê li benda tahliyekirina bijîşkî bûn mirine.
Navenda Nûçeyan – Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus bi rêya X ragihand ku di navbera Tîrmeha 2024 û dawiya Mijdara 2025’an de li Xezayê herî kêm hezar û 92 nexweşên ku li benda tahliyekirina bijîşkî bûn mirine.
Ghebreyesus diyar kir ku ev hejmar li ser bingeha daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ye û "dibe ku ji rastiyê kêm texmîn be".
Adhanom Ghebreyesus got ku ji Cotmeha 2023’an vir ve, WHO û hevkarên wê zêdetirî 10,600 nexweşên giran ji Xezayê derxistine ku zêdetirî 5 hezar û 600 ji wan zarok bûn ku hewceyê lênêrîna giran bûn. Lêbelê, wî tekez kir ku derxistin hîn jî pir kêm in.
WHO bang li welatên din kir ku nexweşên ji Xezayê qebûl bikin û daxwaza ji nû ve destpêkirina tahliyeyên bijîşkî bo Şerîaya Rojava û Rojhilatê Kudûsê kir û hişyarî da ku "jiyana mirovan bi vê ve girêdayî ye".