Li Xezayê rojnamegerek din hat qetilkirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşa li dijî Zîvala Xezayê de rojnamegerek din kiriye hedef û qetil kiriye.

Navenda Nûçeyan – Ofîsa Medyayê ya Hikumetê ya li Xezayê daxuyaniyek nivîskî weşand û têkildarî hejmara rojnamevanên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha di êrîşên Îsrailê de jiyana xwe ji dest dana agahî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li dijî bajarê Xan Yunus ê Xezayê ku rasterast xebatkarê radyoya Dengê Aksa rojnamevan Hasan Merzuk Semmur kir hedef de bi hinek endamên malbatê jiyana xwe ji dest dane. Bi mirina Hasan Merzuk Semmur re, hejmara rojnamegerên ku li Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 216.

Di daxuyaniyê de hedefgirtina rojnamegeran bi awayekî sîstematîk û bi sekvaniyê hat şermezarkirin, bang li hemû saziyên cîhanê yên di qada medyayê de xebat didin meşandin hat kirin ku van sûcên sîstematîk li Xezayê li dijî rojnamegeran tên kirin şermezar bikin. Hat îfadekirin ku di heman demê de, ji van sûcan ji derveyî Îsraîl û DYE’yê, Îngîltere, Elmanya û Fransa ku ketine nava sûcên qirkirin, berpirsyar in.