Li Xezayê pergala tenduristiyê hilweşiya: Ne derman, ne derziyek heye!
Jinên ducanî û yên zarokan dimijînin, di nava şerekî hovane de li Xezayê, di nava tunebûnê de têkoşîneke bêeman dimeşînin. Ew ji her tiştê ji bo jiyanê bêpar in, tu nexweşxaneyek ku biçin derman bibin tune ye.

NEXEM KERACE
Xeza – Li Xezayê jinên ducanî û yên ku zarokan dimijînin, bi berdewamiya şer hilweşîna pergala tendirustiyê, di nava mercên gelek xirab de ne. Ji dermankirinek herî biçûk, heta xwarina sereke, tu tiştek tune ye. Ev rewş hem jiyana jinan hem jî ya zarokên wan dixe xeterê.
Li Xezayê dayik ne bi bombeyan, ji ber îhmal, tunebûn û êşên bêdeng ên ku kamera nikarin bikşînin dimrin. Pirsgirêkên jinên ducanî û yên ku zarokan dimijînin nayên dîtin û diyar e ku kêr gihîştiye hestî.
Bi awirên bi êş û westiyayî li valahiyê dinêre
Şûk Naîm a 30 salî di koneke peritî de rûniştiye, zaroka xwe ya keçik Xaram girtiye hembêza xwe û bi awirên bi êş û westiyayî li valahiyê dinêre. Li ser rûyê wê hê şopa şerê ku didome heye lê ev rû ne tenê çîroka penaberiyek bi êş, pêvajoyên ducanîbûn, zayîn û mijandinê yên herî zor dihewîne. Di bin dorpêçê de, bê derman, bi jiyana ku her kêliya wê bi mirinê re rûbirû ye...
Şûk Naîm wiha dibêje: “Ez şeş mehî ducanî bûm, şeş saet meşiyam. Min destê xwe dida ser zikê xwe bi keça xwe re diaxivîm, min digot; ‘li ber xwe bide, qey çi dibe min nehêle, em bi hev re şer dikin.’” Çavên Şûk Naîm tije rondik bûne, destên wê ji gotinên ku dibêje zêdetir vedibêjin.
Bi şerê ku di Cotmeha 2023’yan de dest pê kir re li Xezayê bi hezaran jinên ducanî û yên zarokan dimijandin, ji hemû kontrolên tendirustiyê bêpar man. Bi hilweşîna pergala tendirustiyê re, di navbera îhmala cîhanê û pêlên şer de bi tenê man.
Li gorî Rêxistina Tendirusiyê ya Cîhanê, li Xezayê ji sedî 90 jinên ducanî û yên zarokan dimijînin ji ber dorpêç, negihîştina alîkariya mirovî û dermanan birçî dimînin.
Şûk Naîm, wiha behsa jinên ku di nava şer de zarok tînin dike: “Min keça xwe di odeyek ku tije jin bû û digiriyan, di nava qirêjiyê de û erda wê bi ava qirêj şilbûyî anî dinê. Hemşîre pir westiyayî bûn, jinên ku li odeyê li ber zayînê bûn diqîriyan, hinek ji wan ji ber tirsa çarenûsa xwe ya nediyar digiriyan. Li wê derê ne monîtora pitikan, ne personelên tendirustiyê ne jî dezenfektan û çarşebên paqij hebûn. Tu tişt tunebû, tenê tirs hebû. Min hîs dikir ku ez di mahzenê de diwelidînim. Tu kesê dengê te nedibihîst, di xema kesê de nebû ka tu yan jî pitik dê sax bimînin an na.”
Di navbera mijandin birçîbûn û bedena ku taqet lê nemaye de...
Keça wê Xaram tenê bi şîrê dayikê xwedî dibe lê li gorî ku dayika wê dibêje têr nabe, birçî dimîne. Ji bo mijandinê divê ku dayik baş xwarinê bixwe lê ev derfet qet tune ye. Şûk Naîm dema ku destê xwe li rûyê keça xwe ya razayî dide dibêje: “Ji bo xwarinê tenê qutiyên konserveyan hene, tama hesin ji wan tê. Ez bi zorê diqurtînim lê weke din çare tune ye.”
Ji dema şer dest pê kiriye ve heta niha Şûk Naîm 25 kîlo daye. Bedena wê qels bûye, porê wê weşiyaye, pişta wê ji ber westandinê her dem jan dide. Şûk Naîm wiha didomîne: “Dema ku şîr didim keça xwe weke ku jê lêborînê bixwazim. Ne bi şîr, bi hezkirina xwe hewl didim wê têr bikim.”
Mamaya amade ya ku alternîtafî şîrê dayikê ye hema bibêje qet tune ye. Bihayê wê zêde ye, nayê dîtin. Malbat potên bebikan jî yeko yeko dikarin bikirin. Carna tevahiya rojê potên wan naguherînin.
Şûk Naîm bi gotinên; “Gelo we qet dîtiye ku dayikek bi kevçiyê dilop bi dilop mama bide dergûşa xwe? Ez wisa dikim. Dema ku qutiyek mama bi dest min dikeve weke ku ez dilop bi dilop jiyanê bidimê keça xwe wisa dikim” hem bi çavên ku xwe sûcdar dike hem jî minetdar li keça xwe dinêre.
Ji ber ku derzîlêdan tune ye jiyana nifşan di xeterê de ye
Heta niha tu derziyên ku di demên diyarkirî de li zarokan didin li Xaram nedane lewre yan ocaxa tendirustiyê girtiye, yan dûr e, yan jî derzî tune ye.
Şûk Naîm dibeje: “Dema ku derziyan anîn min xwest biçim lê rê pir dirêj bû, pereyê rê ji bo keça min xwarin du danan bû.”
Ev rewş ne tenê jiyana keça wê, ya hemû civakê dixe xeterê. Dibe ku nexweşiyên berê hebûn careke din derkevin. Di bin dorpêçê rewşeke wiha tê wateya felaketê.
Hilweşîna pergala tendirustiyê
Şûk, diyar dike ku piştî zayînî tu xizmeta tendirustiyê nedîtiye. Li nexweşxaneyê piştî zayînê, ji bo cih ji yên din re çêbibe jê xwestine derkeve û got: “Rewşa min a tendirustiyê nepirsîn, keça min muayene nekirin. Tênê gotin ‘derkeve’ lewre kesên din di dorê de bûn. Pişta min gelek dêşê û ji ber xwarina nebaş û mercên xirab ên hawirdorê îltihaba çerm bi min re çêbûye. Nikarim biçim klînîka taybet. Carek çûm ba bijîjkek jin a ku bi dilxwazî dixebitî, ji min re got: ‘derman tune ye, rontgen tune ye. Heta ji te tê li xwe baldar be.’”
Di mercên xirab û di bin dengê balafiran de welidîn
Serpêhatiyeke din a bi êş jî a Nadiye Ebu Fûl a 21 salî ye. Ew di nava êşeke cuda de hewl dide xwe li jiyanê bigre. Beriya çend mehan keça wê Mîra li nexweşxaneya dewletê ya li bakurê Xezayê zarok aniye. Mercên tendirustiyê wisa xirab bûne ku di dema zar anînê de ji dengê balafiran kesê dengê hev nebihîstiye. Nadiye Ebû Fûl wiha dibeje: “Di destê min de tenê keça min hebû. Ne dema bêhnvedanê hebû ne jî pêdiviyên din. Her dem dengê bombeyan û tirs hebû. Çend hefte beriya zar anînê hevjînê min mir. Dema ku ji bo pêdiviyên malê bikire derket di êrîşeke hewayî de hat kuştin. Ez nizanibûm xwe ji zar anînê re amade dikim an ji mirina hevjînê xwe re. Bi rojan ez tênegihîştim. Mal, jiyan, bawerî, hemû di rojek de hilweşiyan.”
Nadiye îro bê hevjînê xwe dijî. Hewl dide bi alîkariya ku du-sê meh carek tê dayîn debara xwe bike. Dema ku bikaribe potê bebikê û hinek xwarinê bikire xwe bi şans dibîne lê bi mehan mama tune ye, bibîne jî pir buha ye. Nadiya wiha didomîne:
‘Bi hefteyan li quetiyek mama geriyam’
“Bi hefteyan ji bo qutiyek mama geriyam, li dermanxaneyan geriyam, çûm navendên alîkariyê. Ji her derê bersiva ‘tune ye’ dan. Neçar mam tenê bi şîrê dayikê wê têr bikim lê şîr jî kêm e. Rojê carek xwarinê dixwim ji ber wê şîr çênabe. Keça min ji birçîna digrî.”
Nadiye diyar dike ku ji aliyê derûnî ve jî di rewşeke îzole de ye, pir kêm ji konê derdikeve û wiha berdewam dike: “Ez li vê derê dijîm, radikevim. Ez pir difikirim. Axaftina bi mirovan re jî êdî min diwestîne. Piştî zewicîm min dest ji lîseyê berda. Xeyala min ew e ku dema şer biqede perwerdeya xwe temam bikim û bibim xwedî pîşe. Naxwazim keça min tenê bi alîkariyan mezin bibe. Dixwazim pêşeroja wê baştir be lê fikra pêşerojê jî min ditirsîne.”
Mîra, tevî ku hindik maye sala xwe biqedîne jî kîloyên wê pir kêm in, li gorî temenê xwe mezin nabe. Derziyan lê nedane lewre navendên tendirustiyê dûr in, bihayê şewateyan zêde ye, rê bi xeter in. Nadiya dibêje: “Şîrê dayikê têr nake lê ez nizanim çi bikim? Di konek de dijîm.”
Dengê jinan di nava jiyana ku tarî bûye de bilind dibe cîhan li ku ye?
Bi sedan jinên weke Şûk Naîm û Nâdiye Ebu Fûl hene. Jinên ducanî û yên zarokan dimijînin, her roj bi tena serê xwe ji bo jiyanê têdikoşin. Xwedîkirin tune ye, derman tune ye, xurek tune ye, rûmeta mirovahiyê jî tune ye! Ew jin ji me re bibêjin; “Em tenê hejmarên ku di bultenên nûçeyan de derbas dibin nîn in. Em nexweş in, dişkên, zarokên me di nava sefaletê de mezin dibin”
Jinên Xezayê berê xwe didin asîman û dibejin: “Dê kengê şer biqede? Em ê kengê vegerin malên xwe (dixwazî bila kavil bin jî.) Bersiva wan ne em dizanin, ne jî ew.”