Li Filistinê kampanya: Dengê we winda nebû

Sendîkaya Rojnamegerên Filistînî, kampanyaya çalakiyên 16 Rojî ya li dijî tundiya li ser jinan bi hasthaga صوتها_ما_غاب# (Dengê we wenda nebû) da destpêkirin.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Komîteya Jin û Zayendî ya Civakî ya Sendîkaya Rojnamevanên Filistînî, di konferansa xwe ya bi beşdariyek berfireh li Navenda Piştgiriya Medyayê ya li Xezayê de Kampanyaya Çalakiyên 16’ Rojî ya li dijî tundiya li ser jinan bi hasthaga  صوتها_ما_غاب#  (Dengê we winda nebû) da destpêkirin.

Endama sekreteriya giştî ya sendîkayê Ala Kassab, di axaftina xwe de diyar kir ku dengê rojnamevanên jin ên Filistînî rûxmê hedef girtinan jî didome û balkişand li ser girîngiya hawîrdorek xebatê ya ewle û parastina mafên rojnamevanên jin. Ala Kassab, diyar kir ku sendîka ji ber xetereyên zêde yên li Xezayê girîngî dide parastina wan.

‘Rojnamevanên jin ên Filistînî bi pergalî tên hedefgirtin’

Di konferansê de, Endama Komîteya Jinê Safa el-Hasenat, daxuyaniya fermî ya kampanyayê xwend û banga berdewamiya hewldanên neteweyî û navneteweyî ji bo kêmkirina tundiya li dijî jinan kir. Safa el-Hasenat, destnîşan kir ku rojnamevanên jin ên Filistînî hêj bi awayekî pergalî tên hedefgirtin û di şerê dawî ya li Xezayê de 37 rojnamevan jiyana xwe ji dest dane û gelek hevpîşeyên wan rojane rastî gef, lînçkirin û tacîza dîjîtal tên. Safa el-Hasenat, da zanîn parastina rojnamevanên jin berpirsiyariyek neteweyî û pîşeyî ye û divê rojnamevanên hatine kuştin, birîndar bûne an jî di bin çavdêriyê de ne hesab bê dayîn.

‘Dengê rojnamevana Filistînî rûxmê hedefgirtinê jî wê bêdeng nebe’

Endama Komîteya Jinan a Sendîkaya Rojnamevanên Filistînî Şîrîn el-Kiyalî, destnîşan kir ku dengê rojnamevanên jin ên Filistînî rûxmê hedefgirtinê wê bêdeng nebe û got ku divê sûcên bipergalî tên dagirkeriyê di dadgehên navneteweyî de bên darizandin.

‘Dengê wan winda nebûye, rastî dê li ser her platformê bijî’

Rojnamevan Sabrin el-Xerazin, destpêkirina fermî ya Kampanyaya 16 Rojî ya 2025’an ragihand û destnîşan kir ku pêdivî derxistina polîtîkayên neteweyî û navneteweyî yên girêdayî li dijî tundiya dîjîtal û li ser bingeha zayendÎ ya civakî heye. Şîrîn el-Kiyalî, diyar kir ku hedefgirtina bipergalî ya rojnamevanên jin ên Filistînî divê mîna sûcê şer were nas kirin û wiha got: "Dengê wan winda nebû, rastî dê li ser her platformê bijî."

Komîteya Jin û Zayendî ya civakî daxwazên jêrîn pêşkêş kir:

Polîtîkaya "sifir tolerans" a li dijî tundî, tacîz û cudakariyê,

Ji bo rojnamevanan mîsogerkirina piştgiriya derûnî û yasayî,

Ji bo rojnamevanên jin avakirina hawîrdorek dîjîtal û meydanî ya ewle,

Mîsogerkirina parastina navneteweyî ji bo rojnamevanên jin ên li deverên pevçûnê dixebitin,

Rakirina naveroka nefret û hedef nîşan dan a li dijî rojnamevanên jin,

Avakirina yekem belgeya standardên sendîkayî ya girêdayî ji bo çareserkirina giliyên tundî, tacîz û cudakariyê di saziyên medyayê de,

Di dema konferansê de, sînevizyona ku ji aliyê endama Komîteya Jinan Rasha Ahmed ve hatî amadekirin hate nîşandan. Di dawiya konferansê de, endama Komîteya Jinan Henan el-Rîfî, pirtûkek îmzayê ji bo kampanyayê vekir û beşdaran bi îmzekirinê, carek din nîşan dan ku tundiyê red dikin û piştgirî didin hebûna rojnamevanên jin ên Filistînî di medyayê de.