Li Xezayê paraşûtên alîkariyê venebûn: Gelek kes jiyana xwe ji dest dan

Hat diyarkirin ku li Xezayê ji ber paraşûtên ku sindoqên alîkariyên însanî venebûn, gelek kesên li benda alîkariyê bûn jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve bênavber didome. Paraşûtên alîkariyê yên li bakurê Xezayê ji hewayê hatin avêtin bû sedema mirina gelek kesan.

Derbarê mijarê de Berdevkê Yekîneya Parastina Sivîl li Xezayê Mahmud Basal daxuyanî da û diyar kir ku ji ber ku sindoq bi ser komek Filistîniyên ku li herêmê li benda alîkariyê ne ketine, gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Di daxuyaniyê de der barê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn û balafirên ku alîkariyê avêtine kîjan welatî ne agahî nehat dayîn.

Di 8’ê Adarê de jî li Zîvala Xezayê rewşeke bi heman rengî rû dabû û 5 Filistînî jiyana xwe ji dest dabûn.