Li Xezayê mirov bi karesatek mirovî ya kûr re rûbirû ne
Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê didomin û ev yek bi xwe re her diçe felaketê mezintir dike. Hat îfadekirin ku nexweşxane ji ber kêmaniya sotemeniyê dê veguherin cihê mirinê. Her wiha Filistînî careke din neçar dimînin cihê xwe biguherînin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomin. Di êrîşa Îsraîlê ya li dijî sivîlên li Zîvala Xezayê li benda alîkariyê bûn de 11 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, 84 kes jî birîndar bûn.
Midurê Nexweşxaneya Şîfa ya li Xezayê, Muhammed Ebu Silmiyye têkildarî rewşa dawî ya nexweşxaneyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pirsgirêkek cidî ya sotemeniyê heye û wiha hat gotin: “Bê kehrebe wê nexweşxane nikaribin bixebitin. Dema jenerator sekînin, em ê bi felaketek nedîtî re rûbirû bimînin. Nexweşxane li cihê ku bibin cihên rizgarkirinê, dê veguherin goran.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo sotemeniya li nexwşxaneyê çend saet, bi Rêxsitina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hevdîtin hatiye kirin, jêre hatiye gotin ku rewş wisa cidî ye ku wê rê li rawestandina xizmetên nexweşxaneyê veke.
‘Em bi felaketek mezin re rûbirû ne’
Li aliyê din di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku neçar mane kehrebeya beşa diyalîzê ya nexweşxaneyê qut bikin û wiha hat gotin: “Ev rewş bû sedem ku zêdeyî 350 nexweş pirsgirêkan bijîn, ji ber em seansên diyalîzê nikarin bikin.” Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku beşa lênêrîna lezgîn ji ber rojane rastî êrîşan tê beşa cerahî ku bi zorê dixebite wê raweste û ev tişt hat gotin:
“Em bi demên krîtîk re rûbirû ne. Ger di saetên pêşiya me de sotemenî neyê bidestxistin, em ê naçar bibin beşên din jî bigrin. Ev jî tê wê wateyê ku di lênêrîna lezgîn de 13 nexweş, birîndarên ku pêwistî bi emeliyata lezgîn heye û 17 pitikên ku li nexweşxaneya navnetewî ya El-Hulu di kuvezê de dimînin terkî mirinê bibin. Bê kehrebe nexweşxane wê nexebitin. Di kêliya ku jenerator bisekinin de em ê rûbirûyî felaketek nedîtî werin. Nexweşxane li cihê ku mirovan rizgar bikin wê veguherin cihê mirinê.”
Di daxuayniyê de hat diyarkirin ku di mijara dermanên pêwist de, malzemeyên tibî û beşa xwînê de pirsgirêkên cidî tên jiyîn.
1500 malbat ji cihên xwe bûn
Li aliyê din Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku piştî fermana roja Yekşemê ya Îsraîlê, ‘fermana tehliyeyê’ ji bo bakurê Xezayê nêzî 1500 malbat ji cihên xwe bûne. Berdevkê NY’ê Stephane Dujarric di civîna rojane ya çapemeniyê de ragihand ku hinek ji malbatên ji cihên xwe bûne ber bi navenda Xezayê û Rojava ve çûne û di nava 48 saetan de 5 dibistanên ku kesên ji cihên xwe bûne li wan bi cih bûne rastî êrîşê hatine. Dujarric agahiyên ku ji tîmên WHO’yê yên li qadê hatine girtin ragihand û da zanîn ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li Xezayê 734 êrîşên li dijî tesîsên tenduristiyê ketine qeydan. Berdevk îşaret bi wê yekê kir ku sotemenî bi lezgînî kêm dibe û diyar kir ku 17 hefte ne li Zîvala Xezayê sotemenî nehatiye dayîn û hişyarî da ku wê ev ji bo sivîlan encamên bi xeter bi xwe re bîne.