Li Xezayê lehî, ewrên reş û tarî ji bo zarokan bûne tirs û xof

Li Xezayê zarok ji ber ewrên reş û tarî yên yên ku bi xwe re baranê tînin û lehiyê radikin ditirsin û karesatên wekî lehî, nexweşî û bûyerên ku dibin sedema mirinê, ji bo zarokan tirs û xofê bi xwe re tînin.

RAFÎF ASLÎM

Xeza – Li Zîvala Xezayê zarok di bin şert û mercên pir zor de dijîn. Hema bibêje tu derfet ji bo perwerde, xaniyên bi ewle, xizmetên tendirustiyê û xwarinê tunene. Di ser van hemûyan de baran û lehiya îsal rewşê girantir kir. Zarok di nava ava baranê de dimînin, bê cil in, bê betaniye ne û ev rewş dibe sedema mirina gelek zarokan.

Jiyana zarokên Hacer Abu Cezîr, bi êrîşên li ser Xezayê re bi temamî guherî. Piştî ku li Refahê ji mala xwe bûn, li derdora Xan Yûnis di konek de bi cih bûn. Kon havînê germ, zivistanê jî serma bû. Ji ber pergala fişarê pitika wê ya çend mehî mir.

Hacer Abu Cezîr, di meha Mijdarê de ji ber lehiya ku li Xezayê da tiştên jiyane wiha vedibêje: “Mala me li bin giriyek bi qûm bû. Ava baranê û lehiya ku ji jor hat ket nava konê me. Bi qasî nîvmetre av ket nava konê. Dema şiyar bûm, min dît em di nava avê de ne zarok digrin. Li bebika xwe geriyam lê min nedît, lehiyê wê bi xwe re biribû. Piştî çend deqeyan min dît bebika min li ber konê bi ser avê ketiye. Xizmek me lê nihêrî got dilê wê lê nade û bedena wê reş û şîn bûbû.”

Hacer Abu Cezîr diyar dike ku di sermaya Refahê de cilên li xwe bikin tunene û dibêje ku bebika wê ya çend mehî bê cil û birçî maye her dem û wê li ser perçeyek naylon razandiye. Her wiha diyar dike ku çar zarokên wê hene nikare wan germ bike û di rojên baranê de zarokên min digrîn dibêjin “dayê em dicemidin.”

Mehrûmiyeta ji jiyanê û tunebûna pêdiviyên bingehîn

Hacer Abu Cezîr diyar dike ku dema ewr reş û tarî dibin, zarok ditirsin, bi çavên lava li asîman dinêrin û got: “Dixwazin baran nebare lewre dizanin ku av dibe sedema xeniqîn an jî nexweşiyê. Beriya êrîşên li ser Xezayê bi kêfxweşî I benda baranê diman zarok, di bin baranê de dilîstin û xwe şil dikirin lê îro di nava tirsê de dijîn. Tenê dixwazin cilên wan zuha bibin êdî baran tenê ji bo wan windabûn û tirsa mirinê ye lewre dema ku şiyar dibin xwe di nava av û heriyê de dibînin, konên wan bi bayê re diçin. Zarokên me ji pêdiviyên bingehîn bêpar in. Ne xwarin heye, ne vexwarin, ne mal, ne perwerde ne cihê ku lê derman bibin ne jî kêfxweşî maye ji bo wan. Dema ku em bi rewşa beriya êrîşan re muqayese dikin, dibînin ku zarok pir guherîne û ji her tiştê jiyanê bêpar in. Pêşeroja wan nediyar e lewre ji perwerdeyê bêpar in.”

Konê ku Hacer lê dimîne, ji aliyê xêrxwazan ve piştî ku bebika wê miriye hatiye dayîn ji bo zarokên wê yên din werin parastin. Hacer gotinên xwe bi hêvî bi dawî dike û wiha dibêje: “Ez dixwazin vê rewşa zor bi dawî bibe, ez û zarokên xwe bigihîjin jiyana bi rûmet û ewle.